Birîtanyayê nasnameya xwe ji jineke DAIŞ‘î kişand

Li gorî rojnameya Sunê, Wezerata Hundirîn a Birîtanyayê roja sêşemê nameyek radestî malbata Şamîma Bîcom kir, keça Birtîtanî ku tev li çeteyên DAIŞ`ê bûye. Di nameyê de nasnameya Berîtanî ji keça wan dikşîne.

Birîtanyayê nasnameya xwe ji jineke DAIŞ‘î kişand
20 sibat, 2019   15:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Di nameyê de ev tişt hatiye gotin: "Li gorî biryara Wezareta Hundirîn  keça we ji nasnemya Birîtanyayê bê par hate hiştin." Her wiha tê de hate diyarkirin ku malbat dikare eger bixwaze gilî bike.

Rojnameya Birîtanî li ser zimanê parêzera malbatê TesnîmAkoncî ev tişt parve kir: "Malbata Bîcom ji biryara Wezerata Hundirîn xemgîn e. Em hindek rêbazên qanûnî dinirxînin da ku gilî bikin."

Ekoncî destnîşan kir ku Bîcom ji bilî paseporta Birîtanî ti paseportên din negirtiye, her wiha li gel wê belgeyên seferê yên Bengalî tine ne. Ji aliyê xwe ve Wezareta Hundirî bersîv da û got: "Ew nahêlin kesek bê nasnema bimîne."

Şamîma beriya 4 salan tev li çeteyên DAIŞ`ê bûye û bi çeteyekî bi eslê xwe Holandî re zewicî ye.

Piştî girtina hevserê wê, ew direve kampa koçberan a Bakurê Sûriyê û zarokê xwe yê tekane li wir tîne.

Tê gotin ku ji ber di hevdîtinekê de li gel rojnameya Times Şamîma poşmanbûna xwe ji bo tevlêbûma DAIŞ`ê ravene kiriye, bû sedema ku nasnemaya Birîtanî jê were kişandin. Ruxmî ku wê rastiya DAIŞ`ê eşkere kiriye û gotiye êdî nikarî tehemul bikira.

Ji aliyekî din ve bavê Şamîma Ebas Hisên hikumeta Birîtanyayê rexne kir ji ber ku bi malbatê re nebû hevkar da ku keça xwe vegerîne.