Di 102’yemîn roja berxwedanê de 102 kes tev li greva birçîbûnê bûn

Kongreya Star li navçeya Girkê Legê bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven konê greva birçîbûnê veda û 102 kes tev li grevê bûn.

Di 102’yemîn roja berxwedanê de 102 kes tev li greva birçîbûnê bûn
Di 102’yemîn roja berxwedanê de 102 kes tev li greva birçîbûnê bûn
Di 102’yemîn roja berxwedanê de 102 kes tev li greva birçîbûnê bûn
17 sibat, 2019   11:17

QAMIŞLO

Kongreya Star li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo bi dirûşma ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê hilweşînin’ konê greva birçîbûnê veda. Konê grevê dê 3 rojan dewam bike.

Bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 102 roj e di greva birçîbûnê de ye, 102 kes tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn.

Konê çalakiyê li pêşiya navenda Hêzên Parastina Civakî hatiye vedan. Di bin kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven û hevrêyên wê yên di grevê de hatine daliqandin. Nûnerên saziyên civaka sivîl, meclisên gel û şêniyên navçeyê tev li çalakiya greva birçîbûnê dibin.

Di çalakiyê de ji rêveberên Kongeya Star Nesrîn Mihemed axivî. Nesrîn berxwedana Leyla Guven silav kir û wiha got: “Em ê li dijî hemû planên li dijî gelê xwe bisekinin. Em ê bi hemû hêz û vîna xwe li ber xwe bidin da ku em tecrîda li ser rêber Ocalan bişikînin."

 (bx/bm)

ANHA