Wezîrên parastinê yên Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê tên gel hev

Piştî ku dema ji bo Tirkiyê ya bicihanîna peymana Soçiyê temam bû û Heyet Tehrîr El-Şam herêma Idlibê bi piranî xist bin destê xwe, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser Idlibê danûstandin zêde bûn. Hate zanîn ku îro wê wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu dê biçe Tirkiyê û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Hulusî Akar re were cem hev.  

Wezîrên parastinê yên Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê tên gel hev
11 sibat, 2019   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Berî civîna Soçiyê ya di 14’ê mehê de Erdogan, Putîn û Rûhanî dê werin cem hev û  amadekariyên civînê didomin. Hate zanîn îro dê wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu biçe Tirkiyê û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Hulusî Akar re were cem hev. Li gorî agahiyan di civîna Sergey Şoygu û Hulusî Akar de rewşa Idlibê ya dawîn dê bê nîqaşkirin.

Berî civîna 14’ê Sibatê ya di navbera Erdogan, Putîn û Rûhanî de, rêveberên Rûsyayê li ser hev daxuyaniyan didin. Herî dawî dîsa berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi daxuyaniyekê got ew bi hêvî ne ku Tirkiye barê li Idlibê girtiye ser xwe, pêk bîne. Xuya ye ku dê daxuyaniyên bi vî rengî di demên dawîn de zêde bibin. Di heman demê de cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin jî wiha gotibû: “Di destpêkê de jî me di hemû hevpeymanên xwe yên li ser herêmên bêçek de tiştekî sereke nivîsand; ew herêm tedbîrên demkî ne. Ji ber wê jî tu kes bi demdirêjî lê nanêre.”

Piştî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) piraniya Idlibê xist bin destê xwe, peymana Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ku dihat payîn wê herêmeke bêçek ji 15 heta 20 km pêk were, rêyên navdewletî yên bi navêb M4, M5 dê radestî Rûsyayê bên kirin û herî komên wek Heyet Tehrîr El-Şam bê jinavbirin. Lê li Idlibê rewşeke berovajî derket û ‘herêma bêçek’ bi temamî ket destê Heyet Tehrîr El-Şam. Ev jî bingeha pêkanîna lihevkirina Soçiyê ji holê rabû.

Li Idlibê 3 rêyên li ber Tirkiyê

Çavdêrên siyasî didin diyarkirin 3 rê li pêşiya Tirkiyê hene; ya yekemîn domandina rewşa Idlibê wekî niha, demdayîna Tirkiyê. A duyemîn êrîşeke piralî li ser Idlibê ji aliyê Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê ve, di heman demê de bêdengiya Tirkiyê pêk were û ya sêyemîn jî Tirkiye çeteyên xwe ji herêmê bikişîne û Idlibê radestî rejîma Sûriyê bike.