Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hisên Şêxo (Bavê Mezlûm) li Gortistana Şehîd Dicle bi merasîmekê oxir kirin.

Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin
Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin
Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin
Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin
Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin
Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin
Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin
Kobaniyan şehîdê Hêzên Xweparastinê oxir kirin
10 sibat, 2019   14:15

KOBANÊ

Bi sedanê şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hisên Şêxo (Bavê Mezlûm) yê ku di dema erka xwe ya leşkerî radibû di encamê qezeyekê de şehîd bû, oxir kirin.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Xweparastinê ve hate destpêkirin.

Paşê li ser navê Fermandarê Desteya Hêzên Xweparastinê  Gelhat Kobanê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û got şehîd Bavê Mezlûm yek ji malbatên welatparêz ên kevin  ên gundê Siftekê ye.

Gelhat axafina xwe wiha domand:"Hevalên ku canê xwe fedayî gel û axa xwe kirin û şehîd bûn, ew tu carî nemirin û di dilê me de her hene. Em wekî Hêzên Xweparastinê soz didin şehîdên xwe ku em ê xeta têkoşîna wan dewam bikin".

Paşê ji rêveberiya TEV-DEM`ê Ebd El-Rehman El-Demir got ku şehîd Bavê Mezlûm xwedî kesayeteke şoreşger bû, tevî ku 3 zarokên xwe di nava Tevgera Azadiyê de ne, Bavê Mezlûm kesayeteke ku hêjayî rakirina navê şehadetê bû.

El-Demir da zanîn ku ji bo rizgarkirina gel vî welatî zarokên xwe diyarî welat kirin, îro jî bi saya wan şehîdan, DAIŞ` û hevkarên wan di nefesên xwe yên dawî de li Dêrazorê dikşîne.

Her wiha keça şehîd Bavê Mezlûm, Zehîde Şêxo got: “Ez bi şehadeta bavê xwe serbilind im û bavê min kesekî welatparêz bû ji welatê xwe pir hez dikir û her tim rihê şoşegerî jiyan dikir ku îro gihiş asta şehadetê  û dev ji doza kurdî berneda.” 

Piştî axaftinan wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, bi dirûşmeyên şehîd namirin, gel şehîdê xwe oxir kir.

(hh-sm)

ANHA