ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-01-2019
12 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên mertala zindî li Kobanê û Serêkaniyê ku ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmê li ser sînor tê lidarxistin dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven daxuyaniyê dide. Pêkhateyê Ereb ên Şehba û Efrînê der barê gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Peymangeha Şehîd Zozan a kantona Kobanê dibistaneke taybet ji bo astengdaran vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şervanê YPG‘ê Êrîş Qamişlo yê ku di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû sersaxî tê xwestin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Qamişlo têkildarî geşedanên dawî civînekê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên herêma Dêrikê teqez kirin ku her kes dîroka dagirkeriya Osmanî û komara dagirkeriya Tirkiyê bi hovîtiya xwe li dijî gelan bi taybet gelê Kurd dinase û girîngiya hevgirtina gelan li hemberî xeteriyan destnîşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Hemû gelên herêmê êş û azar li ser destên Osmaniyan kişandin, lê yên herî zêde êş kişandin gelên Ermen, Asûrî, Suryan û Kildan bûn. Ji dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heta ragihandina Tirkiyeya nû, şûrên Tirkan stûyên milyonek û nîv welatiyên xiristyan birîn. Niha jî neviyên Osmaniyan gefan dixwin ku êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê bikin û komkujiyên bavikên xwe li dijî gelan temam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêraz Hemo got: "Dewleta Tirk behsa kijan teror û rizgarkirinê dike, mane me sûcên wê li Efrîn û herêmên dagirkirî yên Sûriyê dîtin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ehmed Îbrahîm diyar kir ku, dîrok partiyên siyasî yên ku beşarî însyatîfa KNK‘ê nebin efû nake û got: "Wê demê wê biryara gel a derheqê wan de adil be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-HPC-Jin a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo dewreyeke perewrdeyê bi dawî dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên HPC-Jin a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji destpêka hatiye damezirandin 4 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirine, hejmarek jin bi dildarî cihê xwe di parastina taxê de digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Jin a Xatûniyê dikarî di nava demekê de jinan rêxistin û perwerde bike, her wiha pirsgirêkên wan çareser bikin û meclisên taybet ji bo jinan ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûnên hevpar ji bo veguhestinê deynîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî bi salan ji zûhabûnê kanî û rûbarên navçeya Tirbespiyê bi pêleya baranê re dîsa herikîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA