Têkoşer Şîlan û hevalên wê li Lubnanê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li paytexta Lubnanê Beyrût, tekoşer Şîlan û hevalên wê di salvegera şahadeta wan de bibîr anîn.

Têkoşer Şîlan û hevalên wê li Lubnanê hatin bibîranîn
Têkoşer Şîlan û hevalên wê li Lubnanê hatin bibîranîn
Têkoşer Şîlan û hevalên wê li Lubnanê hatin bibîranîn
3 kanûn, 2018   07:44

BEYRÛT

TEV-DEM`ê li paytexta Lubnanê Beyrût di salvegera şahadeta tekoşer Şîlan û hevalên wê de civînek li dar xist.

Civîn li navenda Weqfa Newroz a çandê hate lidarxist. Tê de bi dehan Kurdistanê Lubnanê amade bûn.

Endamê Rêveberiya TEV-DEM`ê Ebdulselam Ehmed di civînê de axivî û şehîd Şîlan û hemû şehîdên şoreşê bibîr anîn.

Ehmed li ser dîroka têkoşîna PYD`ê û komployên ku rastî têkoşîna wan hatin de axivî.

Ebdulselam Ehmed wiha got:"Destkeftî û serkeftinên jina Kurd encamên mîras û berxwedana şehîd Şîlan û hevalên wê ne."

Ehmed her wiha di nava axaftinên xwe de pêşketinên siyasî li Sûriyê bi giştî û li Bakûrê Sûriyê bi taybet jî nirxandin.

Di civînê de sînevizyonek li ser jiyan û berxwedana tekoşer Şîlan û hevalên wê hate pêşandan.

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(jo)

ANHA