Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan

Li Kantona Şehbayê bi wesîleya Roja Cîhanî ya Zarokan şahiyek hat lidarxistin.

Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
Li Şehbayê şahiya Roja Cîhanî ya Zarokan
20 mijdar, 2018   16:56

ŞEHBA

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan Komîteya Desteka Dirûnî bi hevkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Tevgera Çand û Hunerê îro şahiyek li dibistana navçeya Ehdas li dar xist.

Bi sedan zarokên Efrînê, endamên rêveber ên Heyva Sor a Kurd, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Tevgera Çand û Hunerê amade bûn.

Zarokan pankartên bi nivîsa 'Mafê min e bi tenduristiyek baş jiyan bikim', ‘Mafê min e ez bilîzim', 'Mafê min e ez di nav ewlehiyê de bim' û ' Mafê min e hûn guhdarî min bikin' hildan.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin ji hêla hevserokê Heyva Sor a Kurd Ekrem Ereb, hevserokê Perwerdeya Civaka Demokratîk ê Efrînê Hamid Rustem, endama Kevana Zêrîn a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê Ronahî Şêxo û xwendekerek dibistana amadehî Rêzgar Hemo ve hatin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku zarok bûne qurbaniyên şer û suca herî mezin ew e ku zarok ji mafên xwe bê par bimînin.

Her wiha di axaftinan de hate tekezkirin ku li şûna ku zarok stranên kêfxweşiyê bistêrin û behsa hêviyên xwe bikin behsa şer, wêrankirin, balafir û topbaranê dikin.

Axaftvana diyar kirin ku zarokên Sûriyê bi giştî û bi taybet zarokê Efrînê û tama êrîşan tam kirin û ji mafên xwe yên herî besît bêpar man. Niha jî di bin navê 'Zarokên Koçber' jiyan dikin.

Piştî bidawîbûna axaftinan Koma Şehîd Berxwedan a zarokan a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê dîlanên filklorî pêşkêş kirin. Piştre endamên Heyva Sor a Kurd şanoyek girêdayî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê û derketina zarokan ji bajêr pêşkêş kirin.

Paşê Koma Şehîd Hêva ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Beşdarên şahiyê û zarokan jî xelekên govendê derandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi boneya Roja Zaroka a Cîhanî li navçeya Fafînê sibe wê çalakî bên lidarxistin.

(şx)

ANHA