Lêkolînerek Kurd: Gelê me êdî girîngî dide xwendina pirtûkan

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Salih Heydo got, tevî pêşketinên têknolojî gelên herêmên di serî de gelê Kurd êdî girîngiyek mezin didin xwendina pirtûkan û anî ziman ku ev yek isbat dike ku gelê Kurd çand, ziman û nasnemeya xwe diparêze.

Lêkolînerek Kurd: Gelê me êdî girîngî dide xwendina pirtûkan
Lêkolînerek Kurd: Gelê me êdî girîngî dide xwendina pirtûkan
Lêkolînerek Kurd: Gelê me êdî girîngî dide xwendina pirtûkan
Lêkolînerek Kurd: Gelê me êdî girîngî dide xwendina pirtûkan
Lêkolînerek Kurd: Gelê me êdî girîngî dide xwendina pirtûkan
20 mijdar, 2018   16:15

DILSOZ DILDAR-HOGIR NECAR / HESEKÊ

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Salih Heydo ji lêkolînerên Rojava û Kurdisatanê yên navdar e. Gelek berhemên wî û lêkolînên mezin di warê dîrok û çanda gelê Kurd de hene. Di van demên dawîn de berhemên wî li pêşengeha gerok ya ku bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû orgenîzekirin, hatin pêşandan.

Çalakiyên pêşangehê li bajarê Hesekê di roja xwe ya sêyemîn û dawîn de didome. Di roja dawîn de gelek hezkiriyên xwendina pirtûkan serdana pêşangê kirin. Pêşangeh li gelek herêm û deverên Herêma Cizîrê hate vekirin jê bajarê Qamişlo,Amûdê û Serêkaniyê.

Têkildarî girîngiya xwendina pirtîkan di serdema pêşketina têknolojiyê de Salih Heydo wiha got: "Em weke gelê Kurd mîna hemû gelên herêmê ji hêla pergalên desthilat ve hatin pişaftin. Lê piştî şoreşê gel li vegerîn dîrok û zimanê xwe û hêdî hêdî dest bi xwendina pirtûkan kirin."

Salih wiha domand: "Ruxmî pêşketina têknolojiyê, lê piraniya hezkiriyên xwendina pirtûkan, pirtûkan dikirin. Ev isbat dike ku em girîngiyê didin çanda xwe. Di baweriya min de eger gel ji aliyê ziman, çand û nasnameyê ve were pişaftin, wê demê tê asîmlekirin. Ev pêşangeha ku bi sponseriya Desteya Çand hate vekirin, cihê şanaziyê ye."

Ji aliyê xwe ve nivîskar Ezîz Hesekê bandora bikaranîna enternetê li ser civakê  destnîşan kir ku eger enternêt şaş were bikaranîn wê bandora wê xirab e. Ezîz destnîşan kir ku xwendina pirtûkan tama wê ya cuda ye berevajî xwedina di rêya enternêtê de.

Ezîz wiha domand: "Em nikarin veşêrin, gelê me ji xwendina pirtûkan dûr ketiye. Lê bi rêya van pêşangehan em hewl didin gel teşwîqî xwendina pirtûkan bikin û vê çandê di civakê de bidin bi cihanîn."

Di pêşangehê de bi hezaran pirtûkên girêdayî dîrok, ziman û nasnameyên gelên herêmê têne pêşkêşkirin. Nivîskarên van pirtûkan herêmî ne. Di nav de hindek pirtûk bi nirx hene û ji zimanê Erebî û cuda zimanên cîhanê re hatine wergerkirin.

Yek ji xwendevanên pirtûkan bi navê Dirbas Meimî, girîngiya pêşangehê destnîşan kir û got: "Vekirina pêşangehê gavek mezin e. Em hêvî dikin aliyên têkildar pêşangehên asayî vebike. Ji ber ku xwendina pirtûkan endamên civakê ji hev du nêz dike. Pirtûkên ku hatine pêşkêşkirin, li tu cihekî din nayên peyda kirin. Em spasiya insiyatîfa wan dikin."

Yek ji kesên ku serdana pêşengehê dike bi navê Mecîd Hec Elî got: "Armanca pirtûkan pêkanîna guhertinê ye. Ev jî rola nivîskar e. Xwendina pirtûkan asoyên mirovan berfrireh dikin û rê li ber wan vedike. Da ku pirtûkan analîz bikin û fikran bi awayekî rasteqînî nas bikin. Vekirina pêşengehê insiyatîfek pîroz e. Em hêvî dikin ku dubare bibe."

Welatiyê bi navê Ebdulselam Mihemed serdana pêşangehê kir nêrîna xwe wiha tîne ziman: "Ev pêşangeh xwedî girîniyeke mezin e. Em bi hêvî ne ku ev pêşangeh bibe gavek ji bo teşwîqkirina xwendina pirtûkan. Her wiha hêvî dikim ku mîna van pêşangehan gelek caran werin vekirin."

(şx)

ANHA