Rêxistina Mafê Mirovan a Cizîrê: Li Efrînê 54 zarok hatine qetilkirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê ya herêma Cizîrê diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve 54 zarok jiyana xwe ji dest dane, 71 jî birîndar bûne û 13 jî hatine revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Cizîrê: Li Efrînê 54 zarok hatine qetilkirin
20 mijdar, 2018   15:57

QAMIŞLO

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê têkildarî 20‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Parastina Mafê Zarokan daxuyaniyek ji raya giştî re da. Daxuyanî bi amadebûn endamên rêxistinê û nûnerên saziyên sivîl li ber avahiya rêxistinê ya bajarê Qamişlo hate xwendin.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Zarokên Sûriyê şahid û şehîd in","Zarokên me pêşeroja me ne" û "Zarokên Sûriyê dixwazin fêr bibin naxwazin bi êşin" her wiha pankartên banga rawestandina şer û parastina mafê zarokan vekiribûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

 "Şerê li Sûriyê rû dide bû sedema karîsteke mirovî. Li gorî raporên rêxistin û çavkaniyên hiqûqî yên herêmî û navdewletî ji destpêka şerê li Sûriyê ku sala 2011‘an dest pê kir û ketiya sala xwe ya 8‘an 354 hezar hatine qetilkirin di nav de 19 hezar û  811 zarok in. Di heman demê de nîvê niştecihên Sûriyê ji herêmên xwe koçberî herêmên hundir û derve bûne. Ev binpêkirin di encamên bêdengiya li hemberî parastina mafê zarokan têne kirin.

Şerê ku li Sûriyê rû dide bandoreke neyinî mezin li giştî civakî û bi taybet li zarokan kirin. Nifşek zarokan di dema şer de çavê xwe li dine vekirine, hejmareke mezin ji kêmderfetiyên perwerde û tenduristiyê de jiyan dikin, her wiha hejmarek mezin li herêmên dorpêçkirî an jî li koçberiyê ji mafên herî besît bê par mane. Ji sedî 60 di kampan de man û bê perwerde mane, ev yek xeteriyeke mezin li ser civaka Sûriyê ye.

Li gorî pisporên pskolojiyayê hejmarek mezin ji zarokên Sûriyê di encamên şerê û dengê teqînan, bûryên ku li pêşiya çavên wan rû dane dirûniya wan ne baş e û nexweşiyên pskolojî bi wan re derketine.

Li gorî rapora Unicef, di sala 2018‘an de di encamên şerên li gelek herêmên Sûriyeyê rû dane de, herî dawî bajarê Efrînê ji aliyê artêşa dewleta Tirk û hin komên îstlamî yên Sûrî ve hatiye dagirkirin 870 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Di dîroka 20‘ê Çileya 2018‘an de ango bi destpêka êrîşan Rêxistina Mafê Mirovan a Cizîrê  encamên van êrîşan li ser zarokan belge kir, 54 zarok di nav de 6 ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û 71 jî birîndar bûn û 13 hatin revandin, her wiha 350 hezar sivîl ji bajar û gundan ku piraniya wan jin û zarokên koçber bûn, piraniya wan li kampan, bajarê Şehbayê kom bûn û di nava şert û mercên zehmet de jiyan dikin.

Wekî Rêxistina Mafê Mirovan a Cizîrê bi vê wesîleyê em bang li hemû aliyên têkildarî şerê li Sûriyê dikin ku şer rawestînin û li gorî pîvanên parastina mafê zarokan tevbigerin û koçberan li warê wan vegerînin. Her wiha sûcdarên şerên li dijî zarokan darezînin û desteka dirûnî, tenduristî û perwerde pêşkêşî zarokan bikin."

ANHA