Rûspiyên Tebqayê piştgirî dan gavên niştîmanî û demokratîk

Şêx û rûspiyên herêma Tebqayê piştgirî da helwestên niştîmanî yên Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk.

Rûspiyên Tebqayê piştgirî dan gavên niştîmanî û demokratîk
Rûspiyên Tebqayê piştgirî dan gavên niştîmanî û demokratîk
Rûspiyên Tebqayê piştgirî dan gavên niştîmanî û demokratîk
Rûspiyên Tebqayê piştgirî dan gavên niştîmanî û demokratîk
Rûspiyên Tebqayê piştgirî dan gavên niştîmanî û demokratîk
17 mijdar, 2018   07:23

TEBQA

Yek ji şêxên qebîleya Welda li Sûriyeyê Ebdulletîf El-Ferec peymanên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê yên der barê Sûriyeyê de bi şaşiyeke siyasî bi nav kir û anî ziman ku vê peymanê êş û azar bi serê gelê Sûriyeyê de anîn, ji kuştin û koçberkirina bi sed hezaran niştecihên Sûriyeyê.

Yek ji rûsipiyên êla El-Icîl Zeter El-Kerîm jî destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di dirêjahiya salên borî de dîrokeke ji serkeftin û fedekariyê xêz kirine û wiha dewam kir:"Li ser bingeha biratî û exlaq divê em li tenişta hêzên ku em ji DAIŞ‘ê rizgar kirine bin û piştgiriya wan bikin. Ji ber vê yekê zarên me ji rojên yekem ên rizgarkirinê beşdarî sîstema leşkerî û saziyên Sûriyeya demokratîk bûn."

Şêx Abdullah El-Mudhî ku yek ji rûspiyên qebîleya Begara ye, li hember gef û êrîşên dewleta Tirk piştgiriya xwe ji bo pêkhateyên herêmên Bakurê Sûriyeyê, bi taybet Kobanê û Girê Spî anî ziman û wiha got: "Eşîra me li hember hewldanên fitneyê û kesên li pey wê, heger li derve be yan jî li hundir, dê destekê bide yekitiya niştimanî."

Ji rûspiyên êla Wehbe Ehmed El-Hesen destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û dagirkirina Efrîn û Idlibê û gefên li dijî rojhilatê Firatê şermezar kirin. El-Hesen banga ji "Li hember planên tarî yên Erdogan ên bi mebesta derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de hişyar bin" li gelê herêmê kir.

Ehmed El-Hesen di nava axaftina xwe de da xuyakirin ku hemû gelên herêmê di serî de êşîr, bi her bihostek ku bi xwîna şervanên QSD‘ê hatiye rizgarkirin ve girêdayî ne û tekez kir ku gelê herêmê amade ye bersiva çavbirçîtiyên derve bide.

Ji qebîleya Şemer Ferhan El-Emala tekezî li ser girîngiya çareseriya siyasî ya dûrî mudaxeleyên derve kir û got Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) sîwana siyasî ya rewa ye ku nûnertiya herêmê dike.

Têkildarî hewldanên derxistina tevliheviyê û îdiayên ku ji aliyê rêjîma Baas û dewleta Tirk ve têne kirin, her wiha gefên dagirkirina herêmên ji aliyê QSD‘ê ve hatine rizgarkirin şêx û rûspiyan yek helwest diyar kirin û gotin  madem gelên herêmê yek in û têgihîştina wan ji van planan heye, wê planên Tirkiyeyê û rêjîmê têk biçin.

ANHA