Ciwanên MSD'ê binpêkirinên hêzên dagirker şermezar kirin

Ciwanên Meclisa Sûriyeya Demokratîk Buroya Helebê, têkildarî binpêkirinên dagirkeran der heqê zarokên Efrînê de daxuyanî dan û got:" Ji binpêkirinên dagirkeran ên li hemberî zarokan, gelo mafên wan li ku derê man?.

Ciwanên MSD'ê binpêkirinên hêzên dagirker şermezar kirin
28 cotmeh, 2018   15:15

HELEB

Bi dehan xwendekarên dibistanan û ciwanên MSD'ê li ber avahiya meclisê kom bûn û wêneyên zarokên Efrînê ku bûne qurbana binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hildan.

Endama Buroya Ciwanên MSD'ê ya Helebê Evîn Seydo daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

'Binpêkirin, sûc û komkujiyên der heqê zarokan de li tevahiya cîhanê û bi taybet li Efrînê pêk tên. Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê zaroktiya pelçiqand û ji mafên wan ewlehî, mal û xwendinê bêpar hîştin. Hîna jî li cîhanê dengên hene ku bang li mafên mirovan û zarokan dikin, ma ew li ku derê ne?. Malên wan hatin wêrankirin, dayîkên wan li ber çavên wan hatin kuştin û agirê şer keskahî û hişkahî bi xwe re dişewitîne.

Erê.. erê ew zarokên Efrînê ne, dagirkeran dikevin malên wan da ku fesadiyê lê belav bikin, dar qut kirin û şewitandin, şûnwarên wan talan û wêran kirin, mirov êşkence kirin û kuştin, jin û zarok revandin û fidya xwestin û di malên wan rûniştin û ew qewirandin.

Em weke ciwanên Meclisa Sûriyeya Demokratîk bang li raya giştî ya cîhanî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li ber van kiryaran der heqê nifşê nû û pêşerojê de bê deng nemînin. Ma çiqas zarokatî bi ken û bêgunehiya xwe xweşik e.'

(şx)

ANHA