Qanûnên jinan li ser erdê ketin meriyetê û mafên jinan parastin

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li dijî şêwazên tundiya li ser jinan têkoşîn kir, mafên wan parastin û rola jinan di hemû aliyên jiyanê de bi rêya derxistina qanûnên jinan aktîf kir.

Qanûnên jinan li ser erdê ketin meriyetê û mafên jinan parastin
28 cotmeh, 2018   11:07

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Desteya Jinan, bi damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava re di 21'ê Çileya 2014'an de ava bû. Desteyê karî gelek projeyên girîng ji bo parastina jinan, aktîfkirina rola wan û ya herî girîng derxistina qanûnên jinan pêk bîne.

Wek gava destpêkê, desteyê rewşa jinan ji nêz ve şopand û pirsgirêkên wan nas kirin. Da ku karibe hemû têgehên paşverû yên ku pêşxistina civakê asteng dike, derbas bike. Deste gihaştina civakeke ekolojîk, demokratîk û azad li ser bingeha neteweya demokratîk ji xwe re bingeh digire.

Derxistina qanûnên jinan û bicihanîna wan

Ji bo parastina mafên jinan û pêkanîna edaleta civakî, Desteya Jinan ji beriya 4 salan ve bi biryara Meclisa Zagonsaz a Cizîrê qanûnên jinan derxistin û li hemû herêm û bajarên Rojava belav kirin.

Têkildarî naskirina van qanûnan û ji bo rê li ber bikaranîna şaş a qanûnan, Desteya Jinan gelek semîner li dar xistin û dewreyên perwerdeyê vekirin. Heta niha jî ev xebat berdewam dikin. Girêdayî mijarê cîgira seroka Desteya Jinan a Cizîrê Welaî Axa diyar kir ku bi armanca şîrovekirina qanûnan, li hemû meclis, navçe û saziyên Rojava bi gelek hemleyan rabûne.

Welaî destnîşan kir ku bi rêya van hemleyan ji aliyê jinan û civakê ve gihaştin zanabûna pêwîst û êdî ew dikarin bi sazî gelek rêxistinan jinan ên herêmê re hevpar kar dikin.

Qanûn bi cih hatin û mafên jinan hatin parastin

Têkildarî mijara cudahiya di navbera qanûnên pergala Baas û qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi taybet ji bo jinan de, Welaî wiha got: "Dewleta Sûriyeyê yek ji wan 50 dewletan e ku Peymana Sîdwayê ya sala 1979'an hatiye derxistin ku di sala 2002’yan de mohr kiriye. Li gorî peymanê qanûn wiha rêz dibin: Tunekirina cudahiyê li dijî jinan bi hemû şêwazên xwe. Lê ev qanûn bê sûd bûn. Qanûnên Rêveberiya Xweser di pratîkê de pêk hatin, da ku mafên jinan biparêze."

Di dawiyê de Welaî Axa got ew dê perwerdeya xwe di zanakirina civakê û nasandina civak û jinan de bi qanûnan bidomînin. Her wiha Welaî destnîşan kir ku ew bi armanca pêşxistina zîhniyet û çanda civakê amadekariyên vekirina akademiyeke taybet bo jinan dikin.

(şx)

ANHA