Weqfa Jina Azad bang li jinên cîhanê kir ku ji bo jinên Efrînê serî hildin

Weqfa Jina Azad a Serêkaniyê bêdengiya raya giştî ya li hemberî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin û bang li jinên cîhanê kir ku ji bo jinên Efrînê serî hildin.

Weqfa Jina Azad bang li jinên cîhanê kir ku ji bo jinên Efrînê serî hildin
Weqfa Jina Azad bang li jinên cîhanê kir ku ji bo jinên Efrînê serî hildin
28 cotmeh, 2018   11:14

HESEKÊ

Daxuyanî jinan li Çerxerêya Şehîdan a Serêkaniyê bi tevlêbuna bi dehan jinan pêk hat. Di kombûnê de, daxuyanî ji aliyê endama Weqfa Jina Azad Mîda Derwîş ve hate xwedin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bûyerên ku li Efrînê rû didin, ne tiştekî nû ye, ji ber ku dîroka komployên navdewletî yên li dijî Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybetî li dijî gelê Kurd xwe dubare dikin. Êrîşên faşîzma Tirk ên li ser gelê Efrînê bi armanca asîmîlekirina gelê Kurd delîlê vê yekê ye.

Bi navê dewleta Tirk şerê gelê Kurd kirin. Lê li pey vî şerî dewletên cîhanî li dijî gelê Efrînê plan kirin. Tirkiye demografyaya herêmê diguhere, gelê Efrînê koçber dike û niştecihên ji Xûtayê li şûna wan bi cih dikin. Wekî tê zanîn, Efrîn ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve koçberên ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê yên ji ber hovîtiya terorîstên mîna DAIŞ reviyan, hembêz kirin.

Berxwedana gel, di serî de berxwedana jinên Efrînê planên komplogeran pûç kirin. Ji ber ku bingha şoreşa Rojava ye û şoreşa Rojava şoreşa jinan e, li ser vê yekê dijmin di serî de jin kirin hedefa xwe. Şehadeta Barîn Kobanê delîla vê rastiyê ye. Niha jî jin têne tecawizkirin, heqaretkirin, rûmeta wê tê binpêkirin. Demografyaya Efrînê didin guhertin û şêniyên wê neçar dikin ku mal û milkên xwe bifiroşin. Kiryarên bi vî rengî beriya niha li dijî jinên Şengalê jî hatin kirin.

Wek Weqfeya Jina Azad em bêdengiya li hemberî kiryarên destdirêjiya li ser jinên Efrînê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bang li jinên cîhanê dikin ku ji bo rizgarkirina jinên Efrînî serî hildin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.

ANHA