Qonaxa "Tunekirina Terorê" derbasî El-Sûsê dibe

QSD‘ê ragihand ku pêngava " Tunekirina Terorê" derbasî bajarokê El-Sûsê bûye.

Qonaxa "Tunekirina Terorê" derbasî El-Sûsê dibe
10 cotmeh, 2018   16:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêngava " Tunekirina Terorê"derbasî bajaroka El-Sûsê bûye û wir şerên giran diqewimin.

QSD‘ê ragihandin ku" Hêzên me terorîstên rêxistina DAIŞ‘ê li bajaroka El-Sûsayê yê stratîjîk matmayî kir. Li gelek nuqteyên bajarokê  ji saetên piştî nîvro ve şerên giran rû didin.

ANHA