Hûsiyan keştiyeke şer a koalîsyonê armanc girt

Hêzên Hûsî keştiyeke şer a Koalîsyona Erebî li hemberî berava parêzgeha Mîdî ya Yemenê armanc girt.

Hûsiyan keştiyeke şer a koalîsyonê armanc girt
10 cotmeh, 2018   09:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El-Mesîra ku alîgiriya Hûsiyan dike, ragihand ku yekîneyên deryayî yên girêdayî hêzên Hûsiyan îro keştiyeke şer a girêdayî Koalîsyona Erebî li hemberî berava parêzgeha Mîdî armanc girt û rûxand. Di encamê de hemû kesên di keştiyê de hatin kuştin.

Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî ji 26'ê Adara 2015'an ve alîkariya hêzên Yemenê dike da ku herêmên di bin serweriya Hûsiyan de vegerîne.