‘Nakokiyên welatên girantor nîşaneya bidawîbûna rola Tirkiyê diyar dike’

Reportaj Summay

‘Nakokiyên welatên girantor nîşaneya bidawîbûna rola Tirkiyê diyar dike’
21 îlon, 2018   06:25

NAVNEDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Surî Hûsam Elûş diyar kir nakokiyên Rûsya û Tirkiyê, diyar dike ku wê destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Idlibê û Bakurê Sûriyeyê bi dawî dibe.

Siyasetmedarê Sûrî Hûsam Elûş, li ser geşedanên siyasî ku li Sûriyeyê rû didin, bi taybet rewşa Idlibê, her wiha tîfaqên navdewletî ji ANHA’yê re axıfî. Elûş balkişand ser nakokiyên di navbera Rusya, Îran û Tirkiyê de û got ku, diyare rola Tirkiyê ya leşkerî di surî giştî de êdî ber bi dawî dice.

-Di mijara Idlibê de gelek civîn di navbera welatên ku navê grangot li xwe dikin de pêk hatin, yên dawîn Sochi û Astanayê bûn. Di nêrîna we de rewşa Sûriyeyê, bi taybet Idlibê ber bi kuderê ve diçe? Li gorî şopandina we ji rewşê re têkiliyên van welatan li ser çarenûsa Idlibê çawa be?

Aloziya Sûriyeyê di rewşa xwe ya girêk de tiştekî nû di aliyê derve û hundir de derxist. Ew jî avakirina qutbek anî ji hevbendiyeke nû ye ku ji sê welatên girantor "Rûsya, Îran û Tirkiyê" pêk tê. Em dikarin bêjin ku qutibê sê aliyê yê girantor di şekil de yek e, lê armanca her dewletekê cuda ye. Îran di bin navê şerê li dijî terorê de dixwaze rêjîma sûriyê bi parêze û mayînde bike. Em dikarin bêjin ku dirûşmeya Îran û xeta wê ya stratejîk ev e.

Rûsya di serî de Putin, dixwaze qutbekî nû li Sûriyeyê ava bike, da ku hebûna xwe îspat bike û tabloya cîhanê ji yek qutibî ku Amerîka serkêşiya wê dike veguherîne dû qutban. Di nêrîna min de ev qutb an ev welat di pêşerojê de wê rêjîmeke siyasî wekî ya Beşar El-Esed nexwaze.

Xeleka sêyemîn a welatên garantor Tirkiyê ye. Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve destwerdanê dike. Rola Tirkiyê di herêmê de xirab e. Destpêkê destek da terorîstan û Îxwan El-Muslimîn. Armanca Tirkiyê avakirina islameke siyasî ye. Di nêrîna min de ev proje têk çû, paşê destwerdana leşkerî kir û hin herêmên Sûriyeyê dagir kir. Ya herî dawî Efrînê bû, da ku planên xwe ji vir ve pêk bîne. Armanca tekane ya Tirkiyeyê şerê li hemberî gelê Kurd e û ne tiştekî din e.

Bûyerên ku sê mehên dawî li Sûriyeyê rû dane dê mohrekê li pêşeroja Sûriyeyê bihêle. Çawa ez dibînim ku serkeftinên li hemberî rêxistinên islamî yên tunduraw li hemû herêmên Sûriyeyê û gundê başûrê Sûriyeyê pêk hatine dê tiştek din biafirîne. Ev yek dê wisa be: Yekem, paşketina rola leşkerî di rêzkirina şerê Sûriyeyê yê siyasî, bi rengekî din, çek, şer, kuştin û wêrankirin pêşeroja Sûriyeyê diyar nake. Ya ku dê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike danûstandinên siyasî, aştiyane û demokratîk e. Duyemîn, paşketina rola Encumena Niştimanî ye. Heger beşdarî hevpeymaniyek din bibe hevpeymaniya şepêla Niştimanî bibe wê tu rola wê nemîne.  Li ser mijara Encumena Niştimanî û Koalîsyona Sûriyeyê û biloka Riyadê ti rola wan nemaye, lê ne niha wê dûvikên wê li ser erdê hebin, wê xîtaba wî ya siyasî di çareseriya aloziya Sûriyeyê de tune be. Li vir rola welatparêz û demokratîkrazîxwazan derdikeve holê, wê rola leşkerî di çareserkirinê de nebe, dê hilbijêra siyasî, demokratîk ne navendî ew esas be.

-Şopdarên rewşa Sûriyeyê dibînin ku Tirkiyê hewl dide xwe ji cîhanê re bide diyarkirin ku ew li Idlibê şerê terorê dike. Di vê çarçoveyê de Heyet Tehrîr El-Şam wekî rêxistineke terorîst ragihand û bi navê xurtkirina nuqteyên çavdêriyê desteka bi terorê re didomîne, xwendina we li ser vê sînaryoyê çi ye?

Destê Tirkiyê di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê de heye, destek da terorê û ew derbasî hêrêmê kirin da ku xirabiyê li vî welatî bike. Desteka siyasî û leşkerî da çeteyên DAIŞ‘ê û El-Nusra. Qeter û Erebistana Suûdî û welatên kendavê jî mihwerek çêkirin û destek dane terorîstan û bûne sedema aloziya heyî ya li Sûriyeyê. 

Li aliyekî din jî Tirkiye hewl dide aloziya xwe ya hindirîn derbasî welatên derdorê bibe, lewra jî dest li Sûriyeyê wer dide. Ji ber ku di aliyê aborî de têk çûye û lîreya Tirkî jî tê mirandin bi sedemên polîtîkeyên AKP û serokê wê Erdogan.

-Li gorî şopandina we ji rewşa Sûriyeyê, dê têkiliyên di navbera wan welatan de, heger li ser çarenûsa Idlibê li hev nekirin çawa be?

Nakokiyên van welatan bi taybet Rûsya û Tirkiyê di civîna Tehranê de diyar bû. Hilbijêra leşkerî hebûna Tirkiyê ne tenê li Idlibê, li tevahî Bakurê Sûriyeyê tune dike. Ji ber ku Rûs dixwazin ala Sûriyeyê li tevahî xaka Sûriyeyê hildin. Ji ber ku dixwaze rêjîm bimîne, ev yek li dijî berjewendiyên Tirkiyê ye. Lê tektîka ku Putin niha dimeşîne ewe ku Tirkiyê venegere hembêza Amerîkayê

Di nêrîna min de, destwerdana di Idlibê de dê li gorî merheleyan be. Merheleya yekem Laziqiyê ji Idlibê were dûrxistin û vekirina riya Hema- Heleb, texmîn dikim ku heger wisa çêbû û riya Hema û Heleb dê xeteke dirêjiya 15-20 km were vekirin û aramiyê li pêşiya gelê Sûriyeyê vebe, di heman demê de riya Laziqiyê riyeke aktîv e.

Di nêrîna min de, li gori hevpeymanê erkek ji Tirkiyê xwestinê û divê ew jÎ bi cih bîne. Erka wê jihevxistina Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê ye. Her wiha zemîna çareserkirina siyasî amade bike, ango radestkirina çekan pêk bîne. Dibînin ku bi qasî aliyê siyasî pêş de dikeve li beramberî wê aliyê leşkerî paş de diçe. Li ser vê yekê divê em ji bo diyalogên siyasî bixebitin, heger em bi hevbendiyeke niştimanî û demokratîk bi rêjîmê re be an jî bi riya Cinêvê ve em mûzakeriyan pêk bînin.

Li gorî min modêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê modêleke pêşketî dikarî li herêmên din ên Sûriyeyê pêk were, ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê û mafê wê pêk bîne, di heman demê de yekîtiya xaka Sûriyeyê biparêze.

-Di nêrîna we de dê çarenûsa Idlib çawa be, gelo dê alî li hev bikin, anî hilbijêra leşkerî li pêş be, wekî din rewşa sivîlan dê çawa be?

Diyar e, di lihevkirnên demkî de cih û zeman hate diyarkirin, nemaze piştî nêzîkatiyên ji aliyê Tirkiyê ve ku çarenûsa herêmê diyar dike

Tiştên ku dê mehên bê de werin kirin, çekên giran werin kişandin û Heyet Tehrîr El-Şam ango Cebhet El-Nusra û hevalbendên wê werin jihevxistin. Di heman demê de atmosfêra lihvekirinên siyasî werin destpêkirin. Ez bi vê yekê bawerin, divê em bixebitin da ku ev yek ser erdê pêk were, ne tenê li Idlibê, lê li herêmên din ên rojhilat û Bakurê Sûriyeyê, Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz pêk were. Em hemû Sûrî ne, divê em hemû li ser yek maseyê rûnên û li ser pêşeroja welatê demokratîk û bi aştî, dûrî gefa çekê nîqaş bikin. Rêjîm hewl dide berhemên serkeftinên me yên leşkerî biçine, lê bi hebûna qutbekî niştimanî, demokratîk û hevgirtî û tiştek li pêşberî me nebe asteng.

ANHA