Li beyara gundewarên Şamê lihevkirin tê binpêkirin

Li herêmên lihevkirina Rûsî – Tirkî di roja 4`an de ku li Idlib û Hemayê gelek tişt têne binpêkirin. Her wiha li herêmên beyara gundewarên Şamê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de şer didome.

Li beyara gundewarên Şamê lihevkirin tê binpêkirin
19 tebax, 2018   11:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de di roja 4`an de didome û li parêzgeha Idlib û Hemayê ev yek hatin binpêkirin.

Di nava 24 saetên dawîn de herêmên Mork û El-Letamne bi zêdetirî 12 topan hatin topbarankirin. Her wiha bi çekên giran êrîş li ser herêmên gundê El-Sexir hate kirin û hêzên rêjîmê jî herêmên bajarokê El-Temane ya gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir.

Ji aliyê din ve jî gelek moşek li ser herêmên derdora Cebel El-Tirkman û herêmên El-Yemdiye ya nêzî sînorê parêzgeha Idibê ketin.

Lihevkirin li parêzgehên Heleb, Laziqiye, Idlib û Hemayê didome û di nava rojê de hêzên rêjîmê wan lihevkirinan bi rêya top û moşekan binpê dike.

Ev pêşketin di dema meclisên herêmî ya girêdayî çeteyan li Idlibê daxuyaniyek da ku banga wîsayeta Tirkiyeyê li ser herêmên wan dikin, hatin.

Li aliyekî din jî li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê herêmên Telol El-Sefa yên beyara gundewarên Şamê yê nêzî sînorê rêveber ê parêzgeha Siwêdayê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin topbarankirin. Her wiha di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de li derdora herêmên navborî şerekî dijwar çêbû û li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

(bx)