Bi axaftina Ocalan bandor bû

Gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Heger mirov zextê li xwe neke tu carî nagihîje armanca xwe" bandor lê kir û hişt ku ji xwe re wek dirûşm bigire. Mamoste Abdulhemîd lêkolînan li ser zimanê kurdî dike û bi pêş dixe. 

Bi axaftina Ocalan bandor bû
Bi axaftina Ocalan bandor bû
Bi axaftina Ocalan bandor bû
Bi axaftina Ocalan bandor bû
Bi axaftina Ocalan bandor bû
19 tebax, 2018   09:55

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Mamoste Abdulhemîd Abdulhemîd ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ye. Niha li navçeya Til Rifet a girêdayî herêma Şehbayê dijî. Li ser nivîsandina pirtûkekê der barê zimanê kurdî de dixebite.

Mamoste Abdulhemîd biryar da ku li ser zimanê kurdî kar û lêkolînên nû bike. Di vê çarçoveyê de mamoste li ser dîroka xwendina xwe, lêkolînên li ser zimanê kurdî û hewldanên pêşxistina wê  ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Mamoste dibêje ku ew bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dibêje "Heger mirov zextê li xwe neke tu carî nagihîje armancên xwe" bandor lê kiriye. Ji ber wê jî biryar da ku di aliyê pêşxistina zimanê kurdî de lêkolînan bike.

Abdulhemîd got kûratiya wî di xwendina zimanê kurdî de diyar dike ew ji xurtirîn zimanê di dîrokê de ye, ji ber ku ji beriya hezar salan parastina xwe kir û tevî ku di aliyê bilêvkirinê ji nivîsandinê bêtir ma lê helandin qebûl nekir û tevî hemû hewldanên dijminên gelê kurd û siyasetên dewleta Tirk, zimanê kurdî wekî xwe ma.

Abdulhemîd destnîşan kir ku dagirker ji zimanê kurdî ditirsin ji ber wê êrîş li ser Efrînê pêk anîn, hemû dibistan û zanîngeh kirin hedef, êrîş li ser zimanê kurdî pêk anîn û di her sê salên dawîn de gelek pêşketinên berbiçav di zimanê kurdî li Rojava de çêbûn.

Li gorî mamoste Abdulhemîd diyar kir ku pirtûkek bi navê Odil bi zimanê îngilizî heye di yek ji nivîsên xwe de dibêje ku zimanê înglizî ji sedî 50 têgehên xwe ji zimanê kurdî û neviyên someriyan girtine.

Di rastiyê de gelek peyvên erebî hene lê di rastiyê de ew kurdî ne û Ereban ji xwe re girtine û dema ku Erebe koçberî Mezopotamyayê bûn gelek axaftinên kurdî xistin nava zimanê xwe.

Mamoste Abdulhemîd destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanekî dîrokî ye, heger rastriya zimanê kurdî derkeve dê rastiya dîrokê jî derkeve, ji ber ku zimanekî mîtolojiyê ye û bi saya dayikê û dengbêjin kurd hate parastin.

Mamoste Abdulhemîd niha li ser amadekirina ferhengeke kurdî dixebite.

Di dawiyê de mamoste Abdulhemîd tekez kir ku zimanê kurdî zimanekî zengîn e, divê mirov her tim li ser wê lêkolînan bike ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje "Ziman laş û çand e, laş û erdnîgarî ye" û ji ber ku ew laş ji ber wê hate parastin.

(bx)

ANHA