'Mam Zekî Şengalî sembola hevgirtina Êzdiyan e'

Endamê Desteya Damezrêner a Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan Umer Salih diyar kir ku armancgirtina dewleta Tirk ya Mam Zekî Şengalî nîşana berdewama komploya li dijî gelê Êzdî ye û piştrast kir ku Mam Zekî Şengalî dê weke sembola hevgirtina Êzdiyan bimîne.

'Mam Zekî Şengalî sembola hevgirtina Êzdiyan e'
19 tebax, 2018   09:47

ŞENGAL

Artêşa Tirk a dagirker di 15'ê vê Tebaxê de bi balefireke bê pîlot êrîşî karwanê merasîma bibîranîna komkujiya Koçer ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de pêk anîbû, li Şengalê kir. Di encama êrîşa dewleta Tirk de Endamê Kordînasyona Civaka Êzdî Mam Zekî Şengalî şehîd bû.

Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker de û rêgirtina hikûmeta Îraqê ya derbasbûna welatiyên Bakurê Sûriyeyê ya Şengalê da ku beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Mam Zekî Şengalî bibin, Endamê Desteya Damezrêner a Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan Umer Salih ji ajansa me ANHA'yê re axivî.

Umer Salih di destpêka axaftina xwe de behsa komploya dewleta Tirk kir û got ku ev komplo bi lihevkirina bi hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Bexdayê re pêk hatiye. Salih destnîşan kir ku herdu hikûmetên Hewlêr û Bexdayê rê ji balefira Tirkiyeyê re vekirin da ku vê sûcdariya xwe pêk bîne û bi vê yekê careke din birîna welatiyên êzdî hate nûkirin û wiha got: "Armanc ji van kirinên dewleta Tirk ew e ku welatiyên Êzdî careke din bêne koçberkirin û şerpezekirin."

Salih di axaftina xwe de got ku dewleta Tirk û hevkarên wê ev çend sal in li Mam Zekî Şengalî dipên û têkşikandina hevgirtina Êzdiyan armanc dikin, nemaze ji ber ku xebatên şehîd Mam Zekî Şengalî di hevgirtina Êzdiyan de di van salên borî de sereke bû.

Salih got ku gumana wan heye ku destên Amerîka, Îraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de jî di rijnadina xwîna şehîd Zekî Şengalî de hene û wiha domand: "Ev komplo rê li pêşiya komkujiyeke nû li dijî gelê Êzdî vedike. Evan dewlet bi hemû rêbazan hewl didin welatiyên Êzdî koçber bikin û nahêlin aramî li Şengalê pêk were."

Salih bang li Netewên Yekbûyî kir ku balefirên Tirkiyeyê li ezmanê Şengalê qedexe bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: "welatiyên Şengalê dikarin rêveberiya herêmên xwe bikin û êdî hêza wan a parastinê jî heye. Tirkiye û hevkarên wê bi van êrîşên xwe hewl dide hêzên xweparastinê yên Şengalê têk bişkîne."

Der barê rêgirtina hikûmeta Îraqê de ku derbasbûna welatiyên Bakurê Sûriyeyê ji bo beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Mam Zekî Şengalî bibin, Salih wiha anî ziman: "Hikûmeta Îraqê riya derbasbûna welatiyên Bakurê Sûriyeyê û merasîma oxirkirina têkoşer Zekî Şengalî asteng kir. Armanca wê ji vê yekê ew e ku hevgirtina gelê Kurd têk bibe."

Salih got ku belavbûna hêzên Îraqê li ser sînorê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de nîşana komployeke nû li dijî gelê Kurd û pêkhateya Êzdî ye.

Endamê Desteya Damezrêner a Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan Umer Salih di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd û welatiyên Êzdî kir ku li hemberî van komployan bêdeng nemînin û bang li partiyên Kurdî kir ku kongra niştimanî di demeke lezgîn de li dar bixînin da ku rê li pêşiya komkujiyên der heqê gelê Kurd û Êzdiyan de bêne girtin.

ANHA