Topbarana li ser gundewarên Idlibê didome

Hêzên Rêjîma Sûriyeyê herêm û gundewarên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundewarên başûrê Idlibê bi mûşekan topbaran dike. Her wiha şerê dijwar derket.

Topbarana li ser gundewarên Idlibê didome
14 tebax, 2018   13:31

ŞEHBA

Hêzên Rêjîma Sûriyeyê topbarana li ser gundên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de didomîne û hewil dide wan herêman bixe bin serweriya xwe de. Hêzên Rêjîmê xazanên teqemenî, mûşek û bi topavêjnê herêmê topbaran dike.

Gundê El-Tîne, Um El-Xelaxîl û El-Muşêrfe yên gundewarên başûrê Idlibê ji mûşeyên rêjîmê re bûn hedef. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar di nava çeteyan de hene. Her wiha gundê El-Xewîn hate topbarankirin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku şer di navbera hêzên Rêjîmê û gurûpên çeteyan de li derdora gundê El-Xewîn ê gundewarên parêzgehê derket û topbarana li ser herêmê didome.

(bx)

ANHA