Bi dîmen..kêliya kuştina çeteyekî "Ehrar El-Şam"

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku li Babê çeteyekî "Ehrar El-Şam" hate kuştin. Şervanan dîmenê çalakiyê weşandin.

Bi dîmen..kêliya kuştina çeteyekî "Ehrar El-Şam"
5 tebax, 2018   17:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyek da û detayên çalakiya hêzên wan li Babê ku li dijî çeteyekî "Ehrar El-Şam" hatî kirin parve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn;

"Di çarçoveya Operasyonê Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li dijî çeteyên Tirkiyê de û piştî şopandina çeteyekî koma bi navê Ehrar El-Şam li herêma Bab, di 3‘ê Tebaxa 2018‘an de komînek li ser riya gundê Hezwanê hate dayîn. Dema ku motorseklêtê çete derbas dibû hêzên me ew hedef girtin û ew kuştin û çeka wî ya klaşinkof desteser kirin. Operasyona kuştina çete bi dîmen ji aliyê hêzê me ve hate belgekirin.

Em careke din tekez dikin ku her kesê ku destê wan di dagirkirina Efrînê de heye, wê hesabên mezin ji wan were xwestin. Dewleta Tirk a dagirker nikare wan biparêze. Me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike, tolhildan tê."

(bb)

ANHA