Rûsyayê dilê Îsraîlê xweş kir!

Sefîrê Rûsyayê li Til Ebîb Anatoly Victorov diyar kir ku hêzên Îranê yên li Sûriyeyê dê her dûrî sînorê Îsraîlê bin.

Rûsyayê dilê Îsraîlê xweş kir!
31 tîrmeh, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Sefîrê Rûsyayê ji televizyona Deh a Îsraîlê re tekez kir ku hevpeyman hatiye çêkirin ku tenê hêzên rêjîma Sûriyeyê dê li ser sînorê Îsraîlê bin û wiha pê de çû: ʺTiştê destpêkê parastina ewlekariya Îsraîlê ye, ev yek ji bo siyaseta derve ya Rûsyayê ne tenê gotin in.ʺ

Lê ji aliyekî din ve jî sefîrê Rûsyayê daxwaza Îsraîlê ya vekişandina hemû hêzên Îranê ji axa Sûriyeyê bi ne rastiyê di vê dema niha de bi nav kir.

Beriya niha bi çend rojan Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Parastinê  Sergey Shweigo û Serokê Desteya Erkana Giştî  Valery Gerasimov serdana Îsraîlê kir û metirsiyên Îsraîlê der barê rewşa Sûriye û hebûna Îranê li Sûriyeyê de nîqaş kirin.

(kc/ew)