Parêzerê keşeyê amerîkayî Brunson banga bidawîkirina niştecihbûna sînordar kir

Parêzerê keşeyê amerîkayî Andrew Brunson ku li Tirkiyeyê di niştecihbûneke sînordar de ye bang li Tirkiyeyê kir ku niştecihbûna sînordar bi dawî bike û rêya derketina wî ji Tirkiyeyê veke.

Parêzerê keşeyê amerîkayî Brunson banga bidawîkirina niştecihbûna sînordar kir
31 tîrmeh, 2018   09:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê keşeyê amerîkayî Andrew Brunson ku li Tirkiyeyê bi tawanbariya çalakiyên terorîst tên darizandin, bang li Tirkiyeyê kir ku niştecihbûna sînordar (ragirtina li malê) ji ser miwekilê wî rake.

Parêzer Ismail Cem Halavurt ji AFP’ê re ragihand ku wî di peyamekê de ji hikumeta Tirkiyeyê xwestiye ku niştecihbûna sînordar ji ser miwekilê wî rake û rêya derketina ji Tirkiyeyê li pêşiya wî veke.

Keşe ji roja çarşema borî ve di niştecihbûna sînordar de ye, piştî ku ji cotmeha 2016'an ve li Tirkiyeyê hatibû girtin. Keşe çavdêriya dêra protestant dikir û Tirkiyeyê ew bi çalakiyên terorîst tawanbar kir lê keşe van tawanbariyan jî red dike ku ji ber wê bi girtina nêzî 35 salan re rû bi rû ye.

Guman e dadgeh di van 3 rojên bê de biryara xwe ragihîne ku ji ber van mijaran têkiliyên di navbera Washington û Enqereyê de têk diçin û serokê Amerîkayê Donald Trump di hefteya borî de gef li Tirkiyeyê xwarin ku dê hişk ceza bike, eger tavilê keşe Andrew Brunson serbest bernede.