Li Dêrazorê yekemîn dewreya perwerdeyê bi dawî bû

Akademiya Civaka Demokratîk a Dêrazorê yekemîn dewreya perwerdeyê bi navê "Şehîd Ehmed El-Cefal" û bi tevlêbûna 32 endamên komîn û saziyên sivîl ên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê 30 rojan berdewam kir.

Li Dêrazorê yekemîn dewreya perwerdeyê bi dawî bû
Li Dêrazorê yekemîn dewreya perwerdeyê bi dawî bû
Li Dêrazorê yekemîn dewreya perwerdeyê bi dawî bû
31 tîrmeh, 2018   07:11

DÊRAZORÊ

Di dewreyê de dersên bîrdozî, siyasî û çandî li ser parastina rawa, neteweya demokratîk, rexne û rexnedayîn, girîngya perwerdeyê û hwd. din ders hatin dayîn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk Ferzenda Munzir axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû endamên ku tev li dewreyê bûne, pîroz kir. Munzir di axaftina xwe de got ku pêwîst e endamên dewreya perwerdeyê bi dawî kirin li gorî berpirsyariyê bin û sûda ji perwerdeyê girtine di nava civakê de bi kar bînin.

Ferzenda di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca akademiyê da ku civak xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, hemû dozan çareser bike, jiyana hevbeş li gorî pîvanên neteweya demokratîk ava bike da ku karibin hêza dikare li hemberî hemû zehmetiyan bisekine, ava bikin.

Di dawiyê de endamên tev li dewreya perwerdeyê bûbûn, soz dan. Paşê berpirsên dewreya perwerdeyê pirtûk li endaman belav kirin.

(bx/ew)

ANHA