Xwe bi xwe hîn bû û bû pispor

Dayika Sûriya Şêxmûs a 60 salî debara xwe ya xwedîkirina malbata xwe bi çêkirina nexş û tenteniyan bi cih tîne. Bêyî ku kes wê fêrî vî karî bike, ew xwe bi xwe fêr dibe û niha jî bûye pêşenga pîşeya xwe li ser asta herêmê.

Xwe bi xwe hîn bû û bû pispor
Xwe bi xwe hîn bû û bû pispor
Xwe bi xwe hîn bû û bû pispor
31 tîrmeh, 2018   07:06

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Sûriya Şêxmûs Elî ji şêniyên bajarokê Til Marûf a girêdayî navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ye. 60 sal derbas kiriye û dayika 6 zarokan ne. Hevjînê wê beriya 20 salan miriye. Ji bo ku debara malbata xwe bi cih bîne, fêrî çêkirina nexşan dibe û berhemên ku çêdike difiroşe. Sûriya pîşeya xwe wekî vejandina çand û kevneşopiyan dibîne.

Sûriya ji beriya 40 salî ve fêrî vî karî bûye. Destpêkê Sûriya parçeyên caw ên neqşekirî dianîn û jê fêr dibû û piştre baş fêrî kar bû û xwe bi xwe, xwe bi pêş xist, heta bû ji kesên herî baş ku vî karî dikin li ser asta herêmê.

Sûriya gelek şêwazên neqşkirinê dizane, wekî tentene, lihêf, balîf, amûrên xemilandina malê, El-Şimax û hwd.

Sûriya di karê xwe de deziyên pempo, naylon ên rengareng û deziyên rîs bi kar tîne. Sûriya dibêje ku berê wan deziyên naylon ji Bakurê Kurdistanê dianîn û li gorî niha amûrên kar dihatin peydakirin. Lê di dema niha de kêm peyda dibin.

Her parçeyek li gorî hecma xwe demê digire. Hin parçe di rojekê de bi dawî dibin û hinek din di 15 rojan de wekî lihêf, diqedin.

Sûriya berhemên xwe li bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê  difiroşe. Li ser buhayê firotina parçeyan Sûriyê wiha got: "Berê min berhem bi erzanî difirotin, lê niha ez wan li gorî nirxên sûkê difiroşim."

(şx/ew)

ANHA