Çalakgerên Mertalên Zindî çalakiya ciwanên Rojava silav kirin

Çalakgerên Mertalên Zindî bi daxuyaniyekê çalakiya ciwanên Rojavayê  Kurdistanê yên li Sêmalka ji bo piştgiriya çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê û li dijî dagirkeriyê dest bi çalakiyê kirin sival kirin.

Çalakgerên Mertalên Zindî çalakiya ciwanên Rojava silav kirin
30 tîrmeh, 2018   13:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya Mertalên Zindî ya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk destpêkirîn di roja 52'yemîn de dewam dike. Ciwanên Welatparêz ên Rojavayê Kurdistanê de dema ku ji bo piştgiriya wan ketin li ser rê, li Deriyê Sêmalka ji aliyê hikûmeta PDK'ê ve hatin astengkirin. Ciwanan Rojava li dijî vê astengiyê û ji bo piştgiriya çalakiya Mertalên Zindî li Deriyê Sêmalka dest bi çalakiyê kirine. Çalakgerên Mertalên Zindî bi daxuyaniyekê çalakiya ciwanên Rojavayê  Kurdistanê silav kirin.

Li ser navê ciwanan Bahoz Kerkûkî daxuyanî da û got; "Weke çalakgerên Mertalên Zindî, Ciwanên Welatparêz ên Rojava pîroz dikin. Hewldan beşdarî çalakiya Mertalên Zindî ya ku li vir li dijî hêzên dagirker hatî destpêkirin bibin. Lê, rastî astengiya heman hêzên zihniyeta dagirkeran parve dikin hatin. Bila vê yekê baş bizanibin ku em ê li her cihî berxwedanê mezin bikin. Em ê li dijî hikûmeta ku xiyanet ji bo xwe kiriye kelhe jî berxwedanê berdewam bikin. Em hevalên xwe yên hatin astengkirin silav dikin. Em li vir berxwedana wan pîroz dikin. Weke ciwanên weletparên, em ê her cihî weke Qendîlê bikin warê berxwedanê. "