Riyên navçeya Silûkê têne sererastkirin

Şaredariya Gel a navçeya Silûkê ya girêdayî Girî Spî bi budceya 42 mîlyon lîreyên Sûrî riyên navçeyê yên xirabe sererast dike.

Riyên navçeya Silûkê têne sererastkirin
30 tîrmeh, 2018   14:10

GIRÊ SPÎ

Li ser rexneyên şêniyên navçeya Silûkê ya girêdayî Kantona Girê Spî ji ber xirabûna riyên navçeyê. Şaredarî projeyek pêşkeş kir û dest bi xebatên sererastkirina riyan kir.

Li gorî endamê rêveber ê şaredariyê Hisên El-Ehmed rûbara riyên ku dê werin qîrkirin 4 hezar û 600 mitre ye. Şaredarî ji bo meşandina vê xebatê 42 mîlyon lîreya Sûrî veqetandiye.

Tê payîn ku piştî bidawîbûna xebatên qîrkirinê li navçeya Silûkê, dê şaredarî dest bi sererastkirina riyên navenda bajarê Girê Spî bike.

(şx)

ANHA