Di xwepêşandanên Iraqê de 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Bexda, Dîwaniye, Necef û Zîqarê di xwepêşandanên duh de li ser mudaxelekirina hêzên ewlekariyê aloziyê rûda. Di encama mudaxeleyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanên Iraqê de 2 kes hatin kuştin
21 tîrmeh, 2018   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 8’ê Tîrmehê ve li parêzgeha Besra ya Iraqê bi armanca protestokirina siyaseta aborî û nebûna xizmetguzariyê ya hikumeta Iraqê xwepêşandan tên lidarxistin. Piştî Besrayê çalakî berbelavî Necef, Zukkar, Mîsan, Hille, Dîwaniye, hinek taxên Bexdayê û gelek bajarên din bûn.

Tevî hemû destwerdan û hewldanên hikumet û rayedaran jî xwepêşandan di roja 13’an de berdewam dikin. Di xwepêşandanên duh yên li Zîqar, Dîwaniye û Necefê de hêzên ewlekariyê mudeaxeleyî xwepêşdanan kir. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.

Hate gotin ku ji wan 2 kesên ku jiyana xwe ji dest daye, yek li Necefê bûye yek jî li Dîwaniyeyê.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seîf Bedr têkildarî bûyerên ku duh rûdane daxuyaniyek da û wiha got: “Di bûyerên ku li Bexda, Necef, Dîwaniye, Dîqarê derketin de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 45 kes jî birîndar bûn. Li Dîwaniye yek, li Necefê jî kesekî jiyana xwe ji dest da. 45 kesên birîndar bûne di encama mudaxeleya hêzên ewlekariyê de bûye.”

Her wiha Detseya Mafên Mirovan a Iraqê 19’ê Tîrmehê ragihandibû ku di xwepêşandanan de 12 kes hatine kuştin, 571 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku ji birîndaran 195 kes sivîl in, yên din jî hêzên ewlekariyê ne. Li gorî heman daxuyaniyê di xwepêşandanan de 47 avahî hatine şewitandin; ji van avahiyan 18 jê saziyên dewletê ne, 22 avahiyên partiyan in û 7 jî aîdê gel in.