Di teqînên Kerkûk de 11 kes birîndar bûn

Li bajarê Kerkûk di rêzeteqînên rû dan de 11 kes birîndar bûn. Berdevkê Polîsê bajar jî dibêje armanca teqînan belavkirina tirsê din ava gelê bajar de ye.

Di teqînên Kerkûk de 11 kes birîndar bûn
19 tîrmeh, 2018   09:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din nêzî 10 teqînên cûr bi cûr li bajarê Kerkûkê çêbûn. Di encama teqînan de 11 kes birîndar bûn.

Der barê teqînan de berdevkê polîsên bajarê Kerkûkê Efrasiyaw Kamîl ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku heya niha nediyare teqîn çi cûrin û armanca wan belavkirina tirsê ya di nava xelkê bajar de ye.

Li gor agahiyên serçaveyek polîsê Kerkûk ku nexwest navê xwe eşkere bike, dayîn, diyar kir ku hejmara teqînan 10 e. Heman serçave diyar kir ku 3 teqîn li ser rêya Bexda, yek li taxa Erebe, sê hewan avêtine Nexweşxaneya Zarokan a Kerkûk û bi baxçeyê nexweşxaneyê ketine. Bi wesayitekê 3 narincok avêtine taxa Şorîce.

Heman serçave diyar kir ku di encama teqînan de 11 kes birîndar bûne û 5 birîndar li Nexweşxaneya Zarokan birîndar bûne.