Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî di roja duyemîn de ye

Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî ku duh li naçeya Eyn Îsa destpê kir, îro bi nîqaşkirina ser benda sêyemîn a Sûriyê pêşerojê dewam dike.

Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî di roja duyemîn de ye
19 tîrmeh, 2018   07:08

GIRÊ SPÎ

Foruma Danûstandinê ya Sûrî-Sûrî duh di saetên sibê de li hola civînan a MSD`ê ya li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî (Til Ebyed) bi beşdarbûna hejmareke berfireh ji kesayetên siyasî û muxalîfên ji gelek bajarên cuda û herêmên Sûriyê bi dirûşma "Danûstandina Sûrî-Sûrî hevdîtina avaker e" destpê kir.

Beriya niha bi çend kêliyan forum careke din bi beşdarbûna hinek kesayetên din ji Bakurê Sûriyê destpê kir.

 Beşdar niha nîqaşê li ser Sûriyê pêşerojê ango pêngavên piratîk ji bo çareserî û derketina ji aloziyê, dikin.

Forum dewam dike…

(kc)

ANHA