Kongreya Star li Til Rifetê 60 doz çareser kir

Kongreya  Star a herêma Şehbayê di nav 4 mehan de 60 dozên jinê li navçeya Til Rifet çareser kir.

Kongreya Star li Til Rifetê 60 doz çareser kir
19 tîrmeh, 2018   06:52

SOLÎN REŞÎD/ŞEHBA

Piştî dagirkirina artêşa Tirk ji Efrînê re û binpêkirinên çeteyên girêdayî artêşa Tirk derheqê şêniyên Efrînê de, şêniyên Efrînê neçar man ku ji herêmê derkevin û li herêma Şehbayê bi cih bûn.

Hemû saziyên xizmetguzarî û rêxistinî di nav de, Kongreya Star li herêma Şehbayê xwe ji nûve aktîf û rêxistin kirin.

Kongreya Star pirsgirêkên jinan di dema şer de derketine çareser kir.

Kongreya Star di destpêkê de rewşa jinên Efrînê bi serdana malên şêniyên Efrînê berî û piştî koçberbûnê dişopand û her wiha hemû pirsgirêkên wan di dema şer de guhdar dikir.

Endama Rêveber a Kongreya Star li Til Rifetê Rîhane Elo ji ANHA'ê re axivî û destnîşan kir kir ku piştî şêniyên Efrînê ji malên xwe derketin, destpêkê gelek tevlihevî di xebatên wan de derketin,  lê piştre endamên xwe komî ser hev kirin û dest bi jinûve rêxistinkirina Kongreya Star kirin.

Rîhane diyar kir ku wan 3 rêveber nûnerên Kongra Star li navçeyê erkdar kirine, komîteyên xwe weke komîteya lihevanînê ava kirin û her wiha di her komînekê de endameke jin ji bo karûbarên jinan erkdar kirine.

Di çarçoveya perwerdeyan de Rîhane got ku perwerde girîngtirîn gavên ku Kongreya Star pê rabûye. Heftê carekê perwerdeyan li ser girîngiya perwerdê, şerê taybet û li ser koçberbûnê tên dayîn.

Rîhane anî ziman ku wan piştî qedandina xebatên rêxistinî dest bi lidarxistina civînan ji hemû komînan re ji bo şopandina rewşa jinê kir.

Her wiha Kongra Star bi riya civînan karî pirsgirêkên jinan guhdar bike û pirsgirêkên wan çareser bike.

 Rîhane got ku wan karîn di nav 4 mehan de 60 dozên jinan çareser bikin.

(şx)

ANHA