Navenda tenduristiyê  li navçeya El-Erîşa hate vekirin

Komîteya Tendirûsiyê ya Meclîsa navçeya El-Erîşa bi armanca alîkariya şêniyên herêmê yekem navenda Tenduristiyê li navçeyê vekir.

Navenda tenduristiyê  li navçeya El-Erîşa hate vekirin
31 gulan, 2018   12:00

HESEKÊ

Komîteya Tenduristiyê  yekem navenda tenduristiyê li navçeya El-Erîşa vekir. Navenda Tenduristiyê dê alîkariya şêniyên 50 gundên navçeyê bike. Navend bi merasîmekê hate vekirin. Bi sedan şêniyên navçeya El-Erîşa, Şedadê û Hesekê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de yek ji rêveberên komîteya Tenduristiyê  ya bajarê Hesekê Dr. Faris Hemo axivî û diyar kir ku ji ber rewşên zehmet wan navend vekrin û xwestin bi vêê yekê alîkariya şêniyên 50 gundî bik in. Faris Hemo destnîşan kir ku derman wê bê pere li şêniyan gundên di navbera bajaroka El-Hedîda û Qana de were belavkirin.

Endamê Meclîsa navçeya El-Erîşa Hemûd El-Elî axivî û vekirina navendê li hemû şêniyan pîroz kir.

Paşê deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîd Xelîl El-Ehmed ve hate vekirin. Merasîm bi xelekên gevenê bidawî bû.

Di navendê de dermanxane, erebeyek ambûlansê jî heye û 6 hemşîre û du bijîşk di navendê de dixebitin.

(bx)

ANHA