Meclîsên Dêrazorê bêdengiya li hemeber binpêkirinên Tikriyê şermezar kirin

Meclîsên herêmî yên gundewarên rojavayê Dêrazorê bi daxuyaniyekê bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî binpêkirina dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin.

Meclîsên Dêrazorê bêdengiya li hemeber binpêkirinên Tikriyê şermezar kirin
27 gulan, 2018   14:59

DÊRAZOR

Endamên meclîsên herêmî yên gundewarên rojavayê Dêrazorê bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, li pêşiya Mezara Şehîd Xidir El-Hemada ya li gundê Ebû Xeşeb  kom bûn û daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gundê Ebû Xeşeb Semah El-Casim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên dagirikeriya Tirkiyê ya li xaka Sûriyê, bi taybet li kantona Efrînê hate şermezarkirin û bang li civaka navdewletî hate kirin ku sînorekî ji destwerdanên dagirkeriya Tirkiyê re deyninl û zextê lê bike da ku ji herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dagirkirine vekişe.

Di berdewama daxuyaniyê de, hate gotin ku gelê Dêrazorê û gundewarên rojavayê wê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê piştgiriya gelê Efrînê dikin û

û wiha hate gotin, "Em di wê baweriyê de ku berxwedana leheng a gelê Efrînê û wê dagirkeriyê Tirkiyê têk bibe."

daxuyanî bi dirûşmeyê; Bijî biratiya gelan, bemire dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê.

(bb)

ANHA