Jinên ciwan: Rê li ber zewicandina jinan a di temenê biçûk de bigirin

Jinên ciwan ên Dêrazorê zewicandina jinan di temenên biçûk de şermezar kirin û daxwaz ji aliyên têkildarî kirin ku jinên zarok biparêzin.

Jinên ciwan: Rê li ber zewicandina jinan a di temenê biçûk de bigirin
27 gulan, 2018   15:38

DÊRAZOR

Jinên Ciwan ên Dêrazorê li dijî zewicandina jinan a di temenê biçûk de bi daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinên ciwan ji aliyê endama Mala Jin a Dêrazorê Ehlam Îbrahîm ve hate xwendin.

Ehlam Îbrahîm, zewacandina jinan ji temenê biçûkê de şermezar kir û got ku zewaca di temenê biçûk de tê wateya binpêkirina mafên zarokan.

Ehlam, anî ziman ku zaroka ku tê zewicandin hîna asta wê ya zanebûna pêşneketiye da ku berpirsyariya malbatê û zarokan rake.

Endama Mal Jin Ehlam diyar kir ku pêwîste rê li ber zewicandina zaroakan were girtin û bang li aliyên peywendîdar kir ku derbarê parastina jinên zarok zagon werin derxistin û kesên zagonan binpê bike hesab jê were xwestin.

(bb)

ANHA