Meclîsa Jin a Herêma Tebqayê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Meclîsa Jin a Tebqayê û gundewarên wê binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kirin.

Meclîsa Jin a Herêma Tebqayê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
26 gulan, 2018   14:23

TEBQA

Meclîsa Jin a Tebqayê û gundewarên wê daxuyaniyek da û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî sivîlên Efrînê şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên herêmê li pêşiya avahiya Meclîsa Jin a Tebqayê û gundewarên wê hate xwendin.

Jinan wêneyên zarokên Efrînê ji di êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin hildan.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin şermezarkirin û wiha hate domkirin: "Binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin îradeya ma ya domandina xeta berxwedanê lewaz nake, berevajî wê, îsrara me bi hêztir dibe. Em bang li gelên cîhanê dikin ku dengê heqîqetê bibhîzin û li doza Efrînê binerin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser rewşa jinên li Efrînê û hate destnîşankirin ku jin bi navê ol ji aliyê dagirkeran ve têne tecawizkirin, tu cudahî di navbera serdama dagirkeriyê Tirkiyê ya niha li Efrînê û serdema tarî ya DAIŞ‘ê de nîne, tene nav guheriye.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin,"Mil bi mil em mafên jinan vegerînin. Bijî biratiya gelan, bijî azadiya jinê, bijiî Sûriyeke azad  û serbixwe, bijî berxwedana Efrînê."

(bb)

ANHA