ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.05.2018
21 gulan, 2018   04:00

-  Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

 - Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Bijîşkê zarokan ê Îtalî yê bi navê Marîno bi armanca alîkariya zarokan di dermankirinê de bike berê xwe da herêma Şehba û bang li bijîşkan kir ku alîkariyê bi welatiyên Efrînê re bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-3 birayên ku 58 rojan di Berxwedana Serdemê de li hember êrîşên dagirkeriya Tirk bi lehengî li ber xwe dan wiha gotin: "Me bi çekên sivik li hember balafiran şer dikir. Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-  Tîma destwerdana lezgîn û hawarçûnê ya girêdayî hêzên Asayîşê ji dema hatiye damezrandin ve bêtirî hezar û 200 peywirên destwerdana lezgîn pêk anîn û ji bo parastina tenduristî û aramiya giştî ya welatiyan dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmareke ciwanên gundên Aliya ya navçeya Girkê Legê bi înîsyatîfa xwe û bi dildarî ji bo parastina devera Dehlî ya geştewar dikin. Şaredariya Gel a Girkê Legê jî alîkariya xwe bi vê înîsyatîfê re pêşkêş kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Buroya Jinan a Meclîsa Sivîl a Reqayê di rizgarkirina bajar û gundewarê xwe de li rex birêxistinkirina bajêr û vegerandina rola jinan bi roleke mezin rabûn. Jinan her wiha navend, meclîs, komîn û akademiyên perwerdeya jinan vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger Xiyas Neîsa diyar kir ku piraniya projeyên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê hatine pêşniyarkirin têk çûne, ji ber ku di asta yekemîn de xwe dispêre berjewendiyên dewletên alîkariya wê projeya hatiye pêşniyarkirin û daxwaz û hêviya gelê şoreşger a azadî û rûmetê ji sala 2011'an ve paşguh kirin. (BI WÊNE)

ANHA