Li Babê şer didome, kuştî û birîndar hene

Li bajarê Babê di navbera Al Wakî û çeteyên Ehrar El-Şerqiye de şer derket, kuştî û birîndar hene.

Li Babê şer didome, kuştî û birîndar hene
6 gulan, 2018   16:28

BAB

Li bajarê Babê ji saetên sibehê de di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye (piraniya wan ji êla Şêtat a bajarê Dêrazorê ne) û malbata Al Wakî (mezintirîn malbatên Babê) şerekî dijwar rû dide. Li gorî çavkaniyên herêmî du kuştî û 7 birîndar hene.

Her wiha çeteyên Ehrar El-Şerqiye hêza xwe xurt kir û endamên xwe ji bajarê Efrînê kişandin û birin Babê da di şer de destek bidin wan. Çete di şer de çekên giran bi kar tînin.

Çavkaniyên me yên taybet dengên çeteyên dewleta Tirk ên ku bi riya înternetê bi hevre têkildar dibin, bi dest xist. Çete dibêjin ku ew amade ne di êrîşa li ser Babê de piştgiriyê bidin çeteyên Ehrar El-Şerqiye. 

Di dîmenên ku gihîştin ANHA′yê de, diyar bû ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye berê xwe didin Babê. Di dîmeneke din de jî xuya bû ku çeteyan 23 topavêj ji bo topbarana Babê bi kar danîn.  

Di encama topbarana çeteyan de nexweşxaneya El-Fetih a dikeve navenda bajarê Babê ziyaneke mezin dît. 

Li aliyekî din jî welatiyên bajarê Babê banga xelaskirina zarokên xwe yên ku di dibistanan de asê mane, kirin. 

Li herêmê şer û topbaran didome û Al Wakî qebûl nakin xwe radestî çeteyên Ehrar Şerqiye bikin.  

(mm)

ANHA