Li herêma El-Kerama kampaniya aşlekirina zarokan dest pê kir

Navenda Tenduristiyê ya herêma El-Kerama kampaniya aşlekirina zarokên heta temenê 5 salî da destpêkirin.

Li herêma El-Kerama kampaniya aşlekirina zarokan dest pê kir
Li herêma El-Kerama kampaniya aşlekirina zarokan dest pê kir
Li herêma El-Kerama kampaniya aşlekirina zarokan dest pê kir
22 nîsan, 2018   12:33

REQA

Navenda Tenduristiyê  ya herêma El-Kerama ya girêdayî Reqayê ji bo parastina zarokên heta 5 salî ji nexweşiyên sorik û felicê kampaniya aşlekirinê da destpêkirin.

Kampaniya aşlekirinê li ser bangawaziyên şêniyên herêmê hate destpêkirin. Rêxistinên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî derman pêşkêş kir.

Rêveberê Navenda Tenduristiyê ya herêma El-Kerama Yûnis El-Mihemed diyar kir ku kampaniya berdewam bike ta hemû zarok werin aşlekirin û anî ziman ku li herêma El-Kerama, El-Hemrat, El-Cidêdat û El-Hos nuqteyên aşlekirinê hene.

(bb)

ANHA