Barîna baranê zehmetiyên cotkaran kêm kir

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî ava çemê Firatê qut kiriye, lê di her dû rojên dawî de baran li Tebqayê bariya û ev yek bû cihê kêfxweşiya cotkaran.

Barîna baranê zehmetiyên cotkaran kêm kir
22 nîsan, 2018   10:20

TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kirine ji ber vê yekê cotkar di nava metirsiyan de ne.

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kiriye, ji ber vê yekê bilindbûna avê ya  ku cotkar pê zeviyên xwe av didin û ji bo vexwarinê bi kar tînin, kêm bûye.

Di herdû rojên dawî de li bajarê Tebqa, bajaroka El-Cirniya, El-Mensûra û gundewarên wê baran bariya û tevî ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kiriye lê ev yek jî bû cihê kêfxweşiya cotkaran, ji ber ku wê bandorê li berhemên zeviyan bike.

(bx)

ANHA