‘Rizgarkirina Efrîne berpirsyartiya her kesî ye’

Rûsipiyên êla El-Begare yê bajarê Dêrazorê destnîşankirin ku divê hemû gelên Bakurê Sûriyeyê bi hev re li hemberî dagirkeriya Tirkiyê têbikoşin û rizgarkirina Efrîne berpirsyartiya her kesî ye.

‘Rizgarkirina Efrîne berpirsyartiya her kesî ye’
22 nîsan, 2018   10:10

ALVA OSÊ-AZAD SEFO / HESEKE

Rûsipiyê êla El-Begara yê Dêrazor Mihemed Eseid El-Bedir ji ajansa me ANHA`ê re axivîn û got:“ Em weke êlên ereban em destûr nadin ku Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiyê de bimîne û komkujiyan pêkbîne”.

El-Bedir di destpêka gotinên xwe de wiha got:“ Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dewleta Tirk a dagirker hewldide destwerdana karûbarên hundirîn ê Sûriyeyê bike. Ji bo pîlansaziyên xwe yên li ser Sûriyeyê pêkbîne gurûpên çete rêkirin Sûriyê”.

Ji bo Efrîne jî El-Bedir wiha got:“ Rizgarkirina Efrîne berpirsyartiya her kesî ye. Şervanên QSD`ê du mehan bi lehengî li hemberî teknîka Tirkiyê û çeteyên wê li ber xwe dan. Niha jî ji hemû gelên Bakurê Sûriyeyê têxwestin ku bi hev re li hemberî dagirkeriya Tirkiyê têbikoşin”.

‘Hevdîtina Bakurê Sûriyeyê gavekî erînî bû’

Têkildarî hevdîtina ku duh pêkhatî El-Bedir wiha got:“ Di hevdîtine de helwest li hemberî dagirkeriya Tirkiyê derket holê û herkesî anî ziman ku her çi qasî dagirkeriya Tirkiyê hewl bide ew ê nikarbe îradeya gel têkbibe”.

El-Bedir di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku hevdîtina pêkhatî dê bibe misogeriya yekîtiya Bakurê Sûriyeyê”.

(np)

ANHA