Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar

Zor û zehmetiyên koçberên kampa Tiwêhna ya Tebqayê berdewam dikin û ev buye du meh tu rêxistinên navdewletî yên alîkariyê bi wan re nabin alîkar.

Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar
Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar
Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar
Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar
Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar
Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar
Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar
Ev du meh in tu rêxistin bi koçberên Tiwêhna re nabe alîkar
22 nîsan, 2018   10:02

ESMEHAN OMER / TEBQA

Li kampa Tiwêhna ya bakurê rojavayê Tebqayê derdora 3325 malbat dijîn. Her diçe hejmara koçberên kampê zêdetir dibe, alîkariya rêxistinên navdewletî ji vê kampê re kêm dibe û tenê rêxistina alîkariyê ya Tebqayê û rêxistina El-Mewde bi wan re dibin alîkar.

Koçberên kampa Tiwêhna herî zêde ji herêma Himsê û Hema hatine kampê. Malên wan hatine rûxandin û ji tirsa ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve werin girtin, nema dixwazin vegerin herêmên di bin serweriya Rejîma Sûriyê de.

Koçberên kampa Tiwêhnê ji bo xwe xwedî bikin li gorî derfetên xwe dikanên biçûk vekirine.

Koçbera bi navê Foz El-Îmad anî ziman ku ew di mijara derman de gelekî zehmetî dikşînin û wiha got:“ Em bi saetan li benda derman dimînin û carne derman bi destê me nakeve. Ev bûye du meh ku tu alîkarî heyanî madeyên paqijkirine negihîştine me”.

Rêxistina Bijîjkên sînornenas her roj 2 saetan li kampê dixebitin.

Her wiha dayîka bi navê Meryem El-Efîre ya li kampê dimîne got:“ Em ji Himsê hatine û ev buye du meh ku tiştek nedane me ku em bixwin û li ber xwe bikin”.

Mihemed El-Xelûf jî got:“ Hinek koçber hene ez wan dinasim, di destê wan de heqê nanê wan nîne û kesek jî bi wan re nabe alîkar”.

(np)

ANHA