Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Şehbayê, ji bo zarokên Efrînî, dibistanek li kampa "Berxwedan" vekir.

Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin
Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin
Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin
Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin
Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin
Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin
Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin
Li Kampa Berxwedan yekemîn dibistan ji bo zarokan hate vekirin
22 nîsan, 2018   10:00

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demkratîk a Şehbayê ji bo zarokên Efrînê yên ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê de warê xwe hiştine û xwe li herêma Şehbayê girtine û ji perwerdeyê qût bûne, dibistanek seretayî li kampa "Berxwedan" vekir.

Vekirina dibistanê bi merasîmek pêk hat. Bi dehan zarok û malbatên wan di merasîmê de amade bûn.

Rêvebera Komîteya Civaka Demokratîk Şervan Hemo û bi navê Kongreya Star Leyla Îbiş axivîn. Di axaftinan de, vekirina dibistanê li zarokan hate pîrozkirin û hate gotin ku dibistan dê pêşeroja zarokan peya bike.

Di merasîmê de, zarokan staran gotin, paşê li refên xwe hatin belavkirin.

Zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku çi dibe jî ew dev ji perwerdeyê xwe bernadin.

(bb)

ANHA