Ibrahîm Murad: Têkiliyên me bi Elmaniya re erênî ne

Berdevkê Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Elmaniya Ibrahîm Murad destnîşan kir ku hevdîtinên di dema dawî de bi aliyên Elmanî re pêk hatin erênî bûn û da zanîn ku têkîliyên wan bi dewletên Ewrûpî re pêş dikevin.

Ibrahîm Murad: Têkiliyên me bi Elmaniya re erênî ne
22 nîsan, 2018   09:58

 DILSOZ DILDAR / NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Nûnertiya Rêveberiya Xwseriya Demokratîk li Elmaniya Ibrahîm Murad behsa hevdîtinên şandeya Bakurê Sûriyê bi aliyê Elmaniya re kir û got, "Ji bo pêşxistina têkiliyan, bi taybet piştî guhertinên ku li Bakurê Sûriyê û tevahî Sûriyê rû dan, me gelek hevdîtinên bi partiyên siyasî yên Elman, parlamanterê  partiyên îtîlafa hakim re pêk anîn."

Ibrahîm Murad destnîşan kir ku hemû partî û kesasyetên Elmaniya ên ku hevdîtin bi wan re pêk anîn, nerazîbûna xwe nîşanî êrîşên dagirkirina Tirkiyê li ser Efrînê û kiryarên çeteyên derheqê sivîlan red dikin û wiha dom kir, "Giraniya nîqaşên me li ser êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê û herêmên Bakurê Sûriyê û girîngiya ku Yekîtiya Ewrupa derbarê zêdegaviyên Tirkiyê û rêxistinên terorîst li herêmên diyar bike, bûn."

Berdevkê Nûnertiya Rêveberiya Xweser, anî ziman ku gelê Elmaniya bi partî û rêxistinên xwe piştgiriyê dan gelê Kurd û tecrûbeya demokratîk a Rojava, her wiha destekê dide projeyên wê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

Murad her wiha derbarê têkiliyên wan bi hikûmeta Elmaniya ev tişt anî ziman, "Bê guman Elmaniya roleke xwe ya girîng di Yekîtiya Ewrupa de heye, taybet di aliyê pêşxistina têkiliyan de. Lê mixabin, Hikûmeta Elmaniya hîn jî aboriyê di siyasetên xwe yên li bermaberî Rojhilata Navîn de bi kar tîne, bêyî ku rastiya pêşveçûnên ku dê bandorê li ser tevahî cîhanê bike, nas bike."

Ibrahîm Murad, destnîşan kir ku bidawîbûna terorê li Sûriyê tê wateya dawîbûna wê li tevahî cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe,"Dema rêxistina DAIŞ‘ê beriya çend salan herêmên Sûriyê dagirk kir, tevgera terorîstan li Ewrupa jî zêde bûn. Ev jî tê wateya ku ewlehiya Ewrupa girêdayî ewlehiya Sûriyê, QSD, YPG û YPJ‘ê ji bo pêkanîna ewlehiyê tevdigire. Di encamê de dawîbûna terorê li Sûriyê dawîbûna wê li cîhanê ye. Li ser vê yekê pêwîste Yekîtiya Ewrupa, di serî de Elmanya derbarê welatên ku destekê didin terorê helwestekê nîşan bibe."

Berdevkê Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Elmanya Ibrahîm Murad di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkiliyên wan bi dewletên Ewrupa bi destpêka şoreşa Rojava dest pê kir û îro jî merheleya danasîna bi gelê Kurd û Rojava derbas kir û ber bi xurtkirinê ve diçe û got, "Ew bixebitin da ku rengekî stratîjîk bidin van têkiliyan. Me bi Fransa re têkilî çêkirin û pêş xistin û em ê di demên pêş bi welatên Ewrupa yên din re pêş bixînin."

(bb)

ANHA