Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîran hat hilbijartin

Civîna damezrîner a Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê bi hilbijartina endamên Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên bajarê Minbicê bi dawî bû. 

Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîran hat hilbijartin
21 nîsan, 2018   17:03

MINBIC 

Di civîna damezrîner de reşnivîsa rêziknameya Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê ku ji nav, dirûşme, danasîna yekîtiyê, armancên wê, erk û mercên endamtiyê û erka Desteya Rêveberʺ hat xwendin. 

Piştre rêzikname hat nîqaşkirin û hin bendên wê hatin sererastkirin. 

Di berdewama civînê de, plansaziya xebatên Yekîtiya Rewşenbîran hat diyarkirin. Plansazî wiha ye:   

*Xurtkirina têkîliyan bi rewşenbîrên bajarê Minbicê re û beşdarkirina wan di xebatên Yekîtiya Rewşenbîran de.

*Dê kovara Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê were weşandin. 

*Dê xebatên çandî bi riya semîner û hevdîtinan bêne xurtkirin. 

*Dê pêşengehên salane yên pirtûk, folklor û hwd bêne lidarxistin. 

*Destekdayîna ciwanan rewşenbîr. 

 *Weşandina belgefilmên çandî. 

Piştî plansaziyê, 7 kes ʺHena Şerîf, Xezala Yûsif, Nehle Şiwax, Ehmed Yûsif, Cuma Heyder, Ehmed Ebû Şkêr, Ebdulwehab Şêxoʺji bo endamtiya Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîran hatin hilbijartin.  

(mm)

ANHA