Tebqayê du şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên herêma Tebqayê du şervanên QSD`ê ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Bakur-rojhilatê Sûriyê şehîd bûbûn, oxir kirin.

Tebqayê du şehîdên xwe oxir kirin
Tebqayê du şehîdên xwe oxir kirin
Tebqayê du şehîdên xwe oxir kirin
Tebqayê du şehîdên xwe oxir kirin
15 nîsan, 2018   16:04

TEBQA

Her du şervanên QSD`ê Ewed El-Ekîl(Ewed) û Şuca Ehmed El-Rewîlî(Şuca) di Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê şehîd bûbûn.

Gel cenazeyên herdu şehîdan ji Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan goristana şehîdan.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin.

Paşê, ji fermandarên QSD`ê Umîd Gabar axivî û bal kişand ser hêzên ku dixwazin projeya demokratîk li Bakurê Sûriyê têk bibin.

Gabar got,ʺBakurê Sûriyê îro di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Hêzên kapîtalîst dixwazin projeya Netewa Demokratîk a ku gelên Bakurê Sûriyê baweriya xwe pêaniye, têk bibe.ʺ

Endama Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Meryem El-Şerîf  axivî û got ku destkeftiyên ku Bakurê Sûriyê hatine bidestxistin, bi saya şehîda ne.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, Ehmed Ewad El-Hisên jî axivî û tekez kir ku berxwedanî li Bakurê Sûriyê dewam dike û careke din piştgiriya bi berxwedana Efrînê re nîşan da.

Ji rêveberên Saziya Karûbarên Olî li Tebqayê Nasir Cinêd axivî û got ku dewleta Tirk bi behaneyên ne rast dixwaze êrîşe Bakurê Sûriyê bike, lê ew tenê QSD`ê ku herêm ji DAIŞ`ê rizgar kir, dixwazin.

Piştî axaftinan, wesîqeta her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Paşê, nimêj li ser  cenazeyên şehîdan hate kirin û her du têkoşer hatin definkirin.

(kc)

ANHA