'Em ê li dijî tecrîdê bi hemû hêza xwe têkoşînê bikin'

Jinên kantona Şehbayê diyar kirin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin bi dawî bibe, ew ê bi hemû hêza xwe tekoşîn bikin.

'Em ê li dijî tecrîdê bi hemû hêza xwe têkoşînê bikin'
15 nîsan, 2018   07:32

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Jinên kantona Şehbayê derbarê tecrîd giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ji bo dawî li tecrîdê were ew ê bi hemû hêza xwe tekoşîn bikin.

Jina bi navê Şeyma Hesen derbarê mijarê de wiha got,"Divê her kesek bi dil, mejî û nirxên xwe ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin tekoşîn bike. Ocalan li ser esasê azadî, demokrasî û insanî ji bo azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn tekoşîn dike."

Şeyma di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku dewleta Tirk wê nikaribe gelê kurd ji fikrê Ocalan dûr bixe û wiha dom kir,"Rêber Ocalan ji bo pêkanîna jiyaneke azad û civaka demokratîk tekoşîn dike. Em ê hemû rêberê xwe biparêz in. Em ê heta dawî liber xwe bidin."

Jina bi navê Sebhan Hisên jî bêdengiya civaka navdewletî ya derbarê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku bi vê bêdengiya xwe jî dixwazin gelê herêmê ji fikrê Rêber Ocalan dûr bixin.

Sebhan Hisên pirsyar kir û wiha dom kir,"ka civaka navdewletî?, ma nabîn dewleta Tirk çi dike, kiryarên wan derheqê Ocalan û hemû parçeyên Kurdistanê nabîn in qey, lewma em ji wan re dibêjin ku divê ji bêdengiya xwe derkevin."

Jina bi navê Ebîr Mihemed jî derbarê mijarê de wiha got,"Em tecrîda ku li ser Rêberê me Ocalan hatiye ferizkirin, bi tundî şermezar dikin. Em ji hemû sazî û rêxistinên navdewletî yên mafê mirovan dixwazin ku erka xwe pêk bîn in û di zûtirîn de dem de ji bo dawî li tecrîda li ser Ocalan hatiye ferizkirin, bîn in ji bê dengiya xwe derkevin. Ji ber Ocalan nûnertiya exlaqê mirovî û rumeta demokrasiyê dike."

Ebîr Mihemed di dawiya axaftina xwe de jî bibîr xist ku tecrîda li ser Ocalan hatiye ferizkirin bi armanca şikandina îradeya jinan û azadiya wê pêk hatiye û ev tişt anî ziman: "Em wekî jinên Şehbayê em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan û dawî kirina tecrîdê bi xurtî bidomîn in."

(dc)

ANHA