‘YBŞ û gelê Şengalê wê li dijî êrîşan liber xwe bidin’

Welatiyên Şengalê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze komkujiyan li dijî welatiyên êzîdî pêk bîne û destnîşan kirin ku wê hêzên YBŞ û welatiyên Şengalê êrîşa dewleta Tirk a dagirker liber xwe bidin. Welatiyan her wiha bang li gelê kurd kirin ku hevgirtina xwe li dijî êrîşan xurt bikin.

‘YBŞ û gelê Şengalê wê li dijî êrîşan liber xwe bidin’
15 nîsan, 2018   06:16

AZAD SEFO - HOGIR NECAR ŞENGAL 

Şêniyên Şengalê ji hemû partî û hêzên kurdî daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de Kongreya Netewî ya Kurdistanî lidar bixin û helwesta xwe ya beranberî gefên dewleta Tirk ên li dijî xaka Kurdistanê nîşan bidin.

Şêniyên Şengalê derbarê mijarê de ji ajansa me (ANHA) re axivîn. Welatiyê bi navê Şêrazad Şemo ev tişt anî ziman: "Bi destî çeteyên DAIŞ'ê û di bin fermandariya dewleta Tirk li Şengalê ferman pêk hat. Niha jî dewleta Tirk bi armanca tunekirina civaka êzîdî dixwaze êrîşî herêmê bike, da ku projeya xwe ya Osmanî li herêmê pêk bîne. Projeyên wan bi saya berxwedan û tekoşîna gêrîlayên HPG'ê têk çû."

 Şemo, di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku hêzên gêrîla bi temamî ji Şengalê derketin û wiha dom kir: "Piştî gêrîla erka xwe pêk anîn, ji Şengalê derketin. Îdayên Tirkiyê derbarê hebûna gêrîla ji rastiyê dûr e.  Armanca wan ew ku êrîşên xwe rewa nîşan bidin. Ji xwe bi êrîşan jî dixwaze li dijî civaka êzîdî komkujiyan pêk bîne."

Şêrzad Şemo di berdewama axaftina xwe de jî bi bîr xist ku niha Artêşa Îraqê li Şengalê heye û wiha pê de çû: "Lewma divê ew niha bersiva gefên dewleta Tirk bidin. Şêniyên Şengalê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin û wê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên wan liber xwe bidin."

Welatiyê bi navê Merwan Xeyda jî derbarê mijarê de wiha got: "Tehdîdên Artêşa Tirk a dagirker a li ser Şengalê li dijî hemû bajarê Îraqê û Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk dixwaze herêmên Îraqê dagir bike û ji Şengalê destpê bike. Çeteyên Erdogan li dijî gelê Şengalê komkujî pêk anîn."

Merwan Xanîka di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku hêzên gêrîla piştî erka xwe pêk anîn ji Şengalê derketin û wiha dom kir: "Hêzên gêrîla gelê Şengalê ji komkujiyekê xilas kirin. Dagirkeriya Tirk hemû gelê kurd teroirst hesab dike, êrîşa wan wan li dijî hebûna gelê kurd e. Tirkiyê di êrîşa li ser Şengalê de çeteyên DAIŞ'ê bikar anîn. Lewma divê hemû gelê kurd li dijî êrîşa Artêşa Tirk yekîtiya xwe saz bike."

Welatiyê bi navê Ibrehîm Umer jî derbarê mijarê de destnîşan kir ku gelê Şengalê ji beriya serdeman li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin û wiha dom kir: "Heger careke din dewleta Tirk a dagirker êrîşî şengalê kir, em ê li ber xwe bidin. Em ê rê nedin wan ku xaka me dagir bikin. Divê dewleta Îraqê jî helwesta xwe derbarê êrîşên wan diyar bike."

Ibrehîm di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelê kurd û hêzên wan kir ku yekîtiya xwe saz bikin û Kongreya Netwî saz bikin û ev tişt anî ziman: "Bi Kongreya Netewî wê gelê kurd karibe, li dijî êrîşan liber xwe bide."

(dc)

ANHA