Şervanên Birîndar: Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê şer bikin

Parçeyek ji canê xwe di parastina welatê xwe de winda kirin û niha jî tekez dikin ku ew amadene berê xwe bidin Efrînê û wê ji Artêşa Tirk û çeteyên wê paqij bikin.

Şervanên Birîndar: Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê şer bikin
26 adar, 2018   05:18

SEMÎRA DAWID

GIRÊ SPÎ- Şervanên QSD'ê yên di hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqa yê de birîndar bûn derbarê êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew amade ne berê xwe bidin Efrînê û li dijî dagirkeran şer bikin.

Şervanê bi navê Necim El-Şewax derbarê mijarê de wiha got: "Ji ber baweriya min bi doza hêzên QSD'ê tê û ez di wê baweriyê de me ku ew zulmê ji ser mezlûman radike, ez tevlî bûm. Min xwest ez jî di parstina xaka xwe de cih bigirim. Di nava QSD'ê de tu cûdahî di navbera pêkhateyan de nîne."

El-Şewax, di berdewama axaftina xwe de jî bibîr xist ku hêzên QSD'ê karîbûn bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û wiha dom kir: "Piştî bajar hate rizgarkirinjî,  karîbûn ji nû ve rih bidin gelê herêmê. Ev bi saya berxwedan û qehremaniya şervanan pêk hat. Me wekî çawa Reqa ji zulma DAIŞ'ê rizgar kir, em ê li kêleka gelê xwe yên Efrînê jî bisekin in û li dijî kiryarên Artêşa Tirk û çeteyên wê şerbikin. Ji ber kiryarên wan wekî yên çeteyên DAIŞ'ê ne."

Şervanê bi navê Fehed El-Esayîl jî derbarê mijarê de wiha got: "Dema ez tevlî QSD'ê bûm, min baş dizanîn ku ev tekane hêza ku dikare ewlekariyê li herêmê pêk bîne. Lê Dewleta Tirk ewlekarî û aramiyê li herêmê naxwaze. Ew dixwazin tevlîheviyê di navbera gelê herêmê de derbixin. Zulim û zordariyê li ser gelê Sûriyê didin meşandin. Em niha kiryarên wan li Efrînê dibîn in. Welatî neçar kirin ku dest ji malên xwe berdin, her wiha mal û milkên wan jî talan kir."

El-Esayîl di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: "Me di şerê li dijî DAIŞ'ê de parçeyek ji cane xwe winda kir. Nihe jî em amadene ku ji bo rizgarkirina Efrînê ji Artêşa Tirk û em canê xwe çeteyên xwe bidin."

Şervanê bi navê Husam Îsa jî derbarê mijarê de wiha got: "Em li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevgeriyan û me herêmên xwe ji çeteyan rizgar kirin. Bi saya fikir û felsefeya Ocalan me karîbû ewlekarî li herêmên xwe pêk bîn in. Em jî li ser wî esasî tevlî QSD'ê bûn, niha jî em amadene li Efrînê berxwedana xwe bidomîn in û li dijî Arêtşa Tirk û çeteyên wê şer bikin."

(dc)

ANHA