ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26′ê Adara 2018
26 adar, 2018   05:00

 *Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdekî Pêngava Bagera Cizîrê oxir dikin. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê konferansa xwe ya 5ʹemîn li dar dixe. Saet 08.30 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Parçeyek ji canê xwe di parastina welatê xwe de winda kirin û niha jî tekez dikin ku ew amadene berê xwe bidin Efrînê û wê ji Artêaş Tirk û çeteyên wê paqij bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Koçberên Sûryê yên li Tirkiyê dimîn in li riyeke din digerin ku karibin tê re vegerin warê xwe. Ji ber dewleta Tirk hemû rê di riwê wan de girtine û rê nade ku ew vegerin Barkuê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Heyva Sor a Kurd li kantona Efrînê, navçe û gundên Şehbayê ji bo piştgiriya welatiyên koçber di xebatên xwe de seferber bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê bê ku tiştekî bi xwe re bîne tevlî malbata xwe ji Efrînê koçber bû û li gundê Tilqerah a Şehbayê bi cih bû. di rewşa koçberiyê de jî madeyên şuştinê li ser besteyekê difroşe û pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Malbatek Ereb a Efrînê wekî hezarên malbatan ji ber êrîşa Arêtşa Tirk û çeteyên wê mala xwe terik kirin û koçber bûn. Endamên malbatê dibêjin ku wan kiryarên li dijî mirovahiyê yên Artêşa Tirk û çeteyên wê dîtin û dane zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku wê Efrîn rizgar bibe û wê vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Kuştin, wêranî û derbederkirin hişt ku jina ciwana astengdar tenatiya xwe bişkîne û bi resmên xwe hestên piştgiriya bi gelên koçber re nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

*Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD)Ilham Ehmed da zanîn ku sedema şer û xerabûna heyî li Sûriyê, lihevkirin û berjewendiyên navneteweyî û herêmî ne. Di encamê de herêm dikeve xeteriyeke mezin û rewşa Efrînê mînaka vê yekê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Hediye Yusif got: “Me gelê xwe ji komkujiyên dewleta Tirk a dagirker dûrxist, lê em ji Efrînê nevekişiyane. Berxwedan û têkoşîna me berdewam dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA