TEV-DEM: Em Newroza îsal bikin qîrîneke li hemberî hêzên tarî

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê cejna Newrozê li tevahî gelên herêmê pîroz kir û banga ‘Newroza îsal bikin qîrîneke li hemberî  hêzên tarî û asta têkoşînê mezin bikin‘ ki

TEV-DEM: Em Newroza îsal bikin qîrîneke li hemberî hêzên tarî
20 adar, 2018   13:12

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê cejna Newrozê li tevahî gelên herêmê pîroz kir û banga ‘Newroza îsal bikin qîrîneke li hemberî  hêzên tarî û asta têkoşînê mezin bikin‘ kir.

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê peyama Newroza 2018‘an da û got bang li gelên hemû gelên herêmê kir ku Newrozê îsal bi rihê Berxwedana Efrînê pîroz bikin.

Di daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê de ev tişt hatin gotin:

"Gelê Kurd û hemû gelên herêmên Newroza îsal di nava şertekî cûda de pêşwazî dikin. Şerê cîhanê yê sêyemîn li ser Sûriyê tê meşandin, hê jî gelê Sûriyê fatoreyên mezin ên şerê ku mozayîka civakî parçe dike, dide. Şerê qirkirinê li hemberî gelê me yê Kurd û hemû gelên din li herêma Efrînê encamên îsrara dewletan di pêkanîna pîlanên xwe de ne. Di serî de pîlanên faşîzmaya Tirk û kesên ku piştgiriya wê dikin, çi Rûsiya be û çi jî hêzên derve û herêmî be encamên metirsîdar bi xwe re anîn.

Gelê Kurd, her sal 21‘ê Adarê cejna Newrozê, sersal û cejna netewî ya Kurd ku nîşaneya rojbûneke nû, azadî û aşîtiyê dide, pîroz dide. 21‘ê Adarê roja serketina xêr li hemberî hêzên tarî û desthilatdaran e. Bi destê zar û zêcên Mezopotamyaya ku ji netew û ol cûda pêk tê desthilatdarî hilweşiya. Gelên Mezopotamiya îro di çeberên berxwedanê de li hemberî faşîma Erdogan û çeteyan efsaneyên qehremaniyê dinivîsînin û çalakiyan fedayî pêk tînin da ku pîlanên dagirkerên ku dixwazin koletiyên feriz bikin, îradeya gelan bişkînin, her wiha yekîtî û jiyana hevbeş xirab bikin, têk dibin. 

Hêza gelê me, pozbilindahiya çiyayê xwe yên ku di dirêjahiya dîrokê de serî ji zulma li ser tevahî gelên ku pêre jiyan dike re netewandiye ye.

Em nêzî Newrozê dibin û bajarê Zeytûn "Efrîn" rastî êrîşên ne merd ji aliyê dijminahiya Tirkiyê û çeteyên DAIŞ‘ê û El-Nusra ve tê. Di van êrîşan de her cûra çekên giran, di nav de balafir hatin bi karanîn. Di encamê de avazasiya herêmê hate rûxandin û bi sedan sivîl şehîd bûn. Li aliyekî din jî dorpçeke li ser bajarê ku bi mîlyonan kes hembêz dike, hatiye feriz kirin, ji ber vê yekê jî bi sedan hezaran kes koçî herêmên derdorê hatin kirin.

Dijminên gelê Kurd û doza wê, hebûna wan û wehşiyeta wan wekî hev in, ev ne tesaduf e. ji ber ku di heman salvgera komkujiya Helebçayê ku Sedam Hisên 16‘ê Adarê beriya 16 saln bi çekên kîmawî êrîş bajarê Helebçayê kir û bi hezaran sivîl bûne qurbanî, Erdogan bi hovîtiya xwe Sedam derbas kir.

Gelê me yê berxwedêr

Newroz di bîranîna gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê de ye û bi têkoşîn û berxwedanê ve girêdayî ye. Newroza 2018‘an rastiya têkoşîna li djiî zulm û terora dewleta Tirk û gefxwarinên wî yên li dijî projeya  me ya demokratîk nîşan dide, her wekî din îrade û rûmeta gel, jiyana hevbeş û yekçarenûsî îsbat dike.

Em wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê cejna Newrozê li gelê xwe û hemû gelên herêmê pîroz dikin, her wiha em banga berdewamkirina seferberiyê  ya bi şîara (Bi rihê Newrozê em berxwedana xwe mezin bikin û li Efrînê biserkevin) dikin. Banga me dewamkirina piştgiriya bi berxwedana Efrînê ya ku rastî hovîtiyeke herî dijwar di dîrokê de tê. Ji bo şikandina dijmin, hovîtî û şerê ku Erdoganê faşît li hemberî gelê me yê aştîxwaz îlan kiriye, pêwîste asta têkoşînê were mezinkirin.

Her wiha pêwîste, gelê me û dostên wê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê çalakiyên protesto dewam bike û Newroza îsal bikin qîrîneke li h emberî hêzên tarî û mezinkirina têkoşînê. Em tekez dikin serkeftin a gelê berxwedêr e. Careke din em soza xwe ya  mezinkirina têkoşînê nû dikin.

Bi vê munasebetê, em bang li civaka navdewletî, hêzên demokrasîxwaz, rêxistinên mirovî, saziyên sivîl dikin ku erka xwe ya mirovî pêk bînin û kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê  şermezar bikin û destekê bidin bi hezaran koçber ên ku ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li çolan mane. Her wiha fişarê li rêjîma Tirkiyê bikin da ku dijminahiya xwe rawestîne û hêzên xwe ji xaka Sûriyê ku vekişînin.

Efrîn navnîşana serkeftin, baweriya gelan û lehengiya şervanan e. Berxwedaniya wê di dîrokê de mayind be, dê dîrok binîvisîne ku kê hewl da destdirêjiya Efrînê bike û dagirkeriya xwe rawa bike û nirxên mirovî û exlaqî derbas bike şîrîkê hêzên ku destê wan di rûxandina Sûriyê û kuştina gelê wê ye. Her wiha di navên wan bi xetên qalidn di lîsteya îxanetê de were qeydkirin.

 Bijî Newroz sembola berxwedan, azadî û aşîtî ye

Bijî Berxwedana Serdemê ya Efrînê

Bi rihê Newrozê em berxwedanê mezin bikin û li Efrînê serkevin."

(bb)

ANHA